Desteya Bilind a Kurdan sembola xwe destnîşan kir

Desteya Bilind a Kurdan sembola xwe destnîşan kir

Desteya Kurd a Bilind beriya demekê ji bo detsnîşankirina sembola xwe dest bi xebatekê kiribû. Endamên Desteyê ji bo pêşniyarên hatine kirin binirxînin, doh civiyan û di encamê de semobola xwe destnîşan kir.

24'ê Tîrmehê li bajarê Qamişlo di çarçoveya peymana hevkariya di navbera Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê û Encûmena Niştimanî a Kurdî de, gaveke girîng hatibû avêtin.

Piştî avakirina desteyê endamên wê ji bo destnîşankirina semboleke hevbeî lihev kiribên û bi vê armanca xebatek dest pê kiribûn.

Doh li Qamişlo ji bo nirxandina pêşniya û nêrînên derbarê sembola hevbeş de, endamên desteyê civiyan. Di encamê de, sembola Desteya Bilind a Kurd hat destnîşankirin.

Sembola Desteyê, li ser zemînê kesek roj hatiye bicihkirin, li dora wê xeleka sor û li kêleka vê xelekê jî, sinbil û şitlê zeytûnan heye.

Piştî destnîşankirina sembolê, endamên desteyê malavahiya hemû kesên ku destek dan xebatên wan kirin.

Endamê Desteya Bilind Aldar Xelîl jî li ser heman mijarê bersiv da pirsên Ajansa Nûçeyan a Firatê. Li ser pirsa gelo ev sembol nûnertiya gelê Rojava, yan nûnertiya desteyê dike, Xelîl weha bersiv da: "Sembol di aslê xwe de nûnertiya Deteya Bilind a Kurd dike. Lê weke tê zanîn 29'ê Tîrmehê mîlyonek Kurd daketin meydanan û bi yek dengî gotin, desteya bilind nûnertiya min dike. Ji ber vê çendê ev sembol bi awayekî nûnertiya gelê Rojava dike."

Li ser pirsa gelo ji niha û pêve wê di xwepêşandanên Înê de kîjan alî werin hilgirtin jî, Aldar Xelîl weha got:"Di platformên fermî de wê alên Desteya Bilind, Tevgera Civaka Demokratîk û ala Herêma Kurdistana Federal.”

KOMÎTEYA TÊKILIYÊN DERVE

Di 14’ê tebaxê li bajarê Qamişlo di encama civîneke berfereh de Komîteya Têkiliyên Derve ya Desteya Bilind a Kurd ji 10 kesan hat avakirin. Kesayetiyên siyasî yên ku ciyê xwe di nava komîteya têkiliyên derve ya Desteya Bilind a Kurd de digrin ev in: “Salih Gedo, Mustefa Oso, Beşar Emîn, Hesen Ismaîl, Doktor Ebdilkerîm Umer, Îsa Hisso, Hediye Umer, Elî Mihdî, Xerîb Hisso û Zûhat Kobanî.”

Der barê civîna damezrandina komîta têkiliyên derve de Ebndamê Komîteyê Salih Gedo ragihand ku wan di civînê de gelek xalên giring bi taybetî jî awayê rêxistinkirin û birêvebirina kar guftûgo kirine, herweha şanê kar û xebata paşerojê ya Komîteya têkiliyên derve destnîşan kirine.

Siyasetmedar û endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Desteya bilind a Kurd Salih gedo axaftina xwe weha dewam kir: “Tişta herî giring ew e ku em endamên komîte me lihevkiriye ku em weke tîmekî xebatê bi hev re kar bikin.”

DESTEYA BILIND A KURDAN

Desteya Bilind a Kurdan a ku bi biryara hemû rêxistin û partiyên Kurdan hat avakirin, ev yek cara yekem e ku piştî peyaman Lozanê ya ku Kurdistan têde hate parçekirin. Jixwe ev yekem car e ku li parçeyek a Kurdistanê bi beşdariya hemû kom û partiyên Kurdan rêveberiyeke wiha hevpar tê avakirin. Tişta girîng ew e ku ev yekem car e ku ev qas partiyên Kurd bi hev re dîplomasiyê dikin û bi armanca parastina gel xebateke wiha hevpar dikin.

Desteya Bilind a Kurdan ku nunertiya hemû Rojavayê Kurdistanê dike, ji 10 endaman pêk tên: Endamên Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK): Salih Mislim, Sînem Mihemed, Aldar Xelîl, Ronahî Delîl, Ebdilselam Ehmed. Endamên Encumena Neteweyî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS): Ehmed Silêman- Saaud Mele - Îsmail Heme - Nasir Alltin Îbrahim - Muhiyealltin Şêx Elî.