Endamê Desteya Bilind a Kurdan Aldar Xelîl diyar kir ku wana di civîna xwe ya li Hewlêrê de li ser al û şêwaza rêxistinî ya Rojavayê Kurdistanê gotûbê kiriye. Xelîl bal kişand ser serdana Davûtoglû ya Hewlêrê û diyar kir ku dê Herêma Kurdistanê bersiva pêwîst bide Davûtoglû. Xelîl got; “Li gorî ku me jê fêm kir; Kurdên Rojava ji bo we ne xeter in, em mudaxeleya Rojava nakin. PKK li wir tune ye. Lê rastiyek heye, ger li welatek din li kêleka me, li parçeyek din a Kurdistanê pirsgirêk çêbibe, em bixwazin, nexwazin bandorê li me jî dikin. Lê em li wê derê tune ne, Kurdên Rojava xwe bi xwe bi rê ve dibin.
Di van rojên dawiyê de li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê civîn û hevdîtinên girîng pêk tên. Desteya Bilind a Kurdan a Rojavayê Kurdistanê li ser vexwendina Serokatiya Herêma Kurdistanê hat Hewlêrê. Tam di van deman de tê diyarkirin ku Serokê Encumena Niştîmanî ya Sûriyeyê (ENS) Ebdulbasit Seyda jî hatiye Hewlêr û xwestiye bi Kurdan re hevdîtinek pêk bîne. Lê ev yek nehat zanîn hevdîtin pêk aniye an na.
DAVÛTOGLÛ TÊ HEWLÊRÊ
Piştî van hevdîtinan, serdaneke din a krîtîk ji bo Hewlêrê pêk tê. Vê êvarê an jî sibê dê Wezîrê Derve yê Tirk Ahmet Davûtoglû were Hewlêrê û der barê rewşa Rojavayê Kurdistanê de hevdîtinan pêk bîne. Endamê Desteya Bilind a Kurdan Aldar Xelîl van pêşketinên li ser hev ji ANF’ê re nirxand û diyar kir ku ew bawer nakin ku Davûtoglû bi Desteya Bilind re hevdîtin pêk bîne. Xelîl peyam da ku dê Serokê Herêma Kurdistanê di hevdîtinê de peyama pêwîst bide Davûtoglû û destnîşan kir ku dê Davûtoglû nerehetiyên xwe bîne ziman.
BARZANÎ BI DESTEYA BILIND RE HEVDÎTIN PÊK ANÎ
Xelîl ragihand ku ew li ser bangewaziya Serokê Herêma Kurdistanê hatine Hewlêrê û hevdîtin bi Barzanî re pêk anîne. Xelîl got; “Di civînê de aktîfkirina biryarên Desteya Bilind a Kurdan û planên li pêşiya wê, her wiha hin planên ji bo demê bê bi giştî hatin gotûbêjkirin. Weke civîna bi rengê pîrozbahiyê ya ji bo avakirina desteyê bû.”
CIVÎNA ME YA LI HEWLÊRÊ BERDEWAMA CIVÎNÊN QAMIŞLOYÊ BÛN
Xelîl got ku wana piştî hevdîtina bi Barzanî re civîna xwe ya sêyemîn a Desteya Bilind a Kurdan pêk aniye û ev agahî da; “Piştî ku civîna me ya bi Serokê Herêma Kurdistanê re qediya, em jî di nava xwe de ji bo gotûbêjkirina hin mijarên sereke, civiyan. Ji ber ku ev civîn li Qamişlo hatibû plankirin. Rendewiya me ji bo civînê hebû, me xwest em karê xwe li vir berdewam bikin, heta ku em vedigerin. Ji ber vê me civîna siyemîn a desteyê li dar xist. Me li ser plansaziya civîna li Qamişloyê pêk hat gotûbêj kir, hinek mijar hatin rojevê.”
JI BO EREB Û SÛRIYEYÊ PEYAM
Aldar Xelîl destnîşan kir ku di van demên dawiyê de di raya giştî ya herêmê û cîhanê de wisa hat nîşandan ku tu dibêjî qey Kurd parçebûnê dixwazin û An jî Kurd dê ji bo cîranan bibin xeterî û got; “Li hemberî vê yekê me daxuyaniyek da. Me got ku Kurd ji bo cîranan ne xeter e. Kurd ziyanê nadin cîranên derdor. Her wiha me xwest raya giştî ya Ereban û Sûriye jî bizane em ji bo herêmê ne xeter in û em parçebûna xaka Sûriyeyê naxwazin.”
AL Û NASNAMEYA ROJAVA HAT GOTÛBÊJKIRIN
Endamê Desteya Bilind a Kurdan der barê naveroka civînê de ev agahî da; “Her wiha daxwazên Kurdên Rojava hatin gotûbêjkirin. Divê gelê Kurd li Rojava hemû bi hev re bi yek daxwazê derbikevin pêşiya xelkê, ne ku her aliyek tiştek bixwaze. Desteya Bilind gotûbêja li ser van daxwazên Kurdan kir. Bi taybet ji bo Rojavayê Kurdistanê alek hat gotûbêjkirin. Ji ber ku alên parçeyên din ji bo me pirsgirêk e. Em parçeyên din ên Kurdistanê yek dibînin. Lê pirsgirêk ew e ku ger ala parçeyek din a Kurdistanê li wir bê bilindkirin, di nava hêzên navneteweyî de cûda tê nirxandin. Wisa nîşan didin ku weke ku ev parçe bi mudaxeleyên parçeyên din tevdigerin. Em jî dixwazin nîşan bidin ku bi rastî jî Rojavayê Kurdistanê polîtîkayek xwe ya taybet heye. Bi rastî jî wisa ye. Lê dîsa jî gelê me di aliyê hestyarî de girêdayî hev in. Lê divê Rojava jî xwedî nasname û alekê be.”
BERDEVKÊ RAGIHANDINÊ HAT DIYARKIRIN
Xelîl got ku hin mijarên din ên weke; rengê rêxistinkirina herêmê (rojava) û komîteyên din hatin sazkirin. Xelîl diyar kir; “Mînak me di nava desteyê de berdevkê ragihandinê hilbijart. Birêz Ehmed Silêman ji niha û pêve berdevkê ragihandinê yê desteyê ye. Tiştên ji bo ragihandinê bênd ayîn dê bi rêya wî pêk bên. Jixwe di nava me de komîteyên weke maliye û yên pêwîst hatin sazkirin.”
DAVÛTOGLÛ ÇIMA TÊ HEWLÊRÊ?
Xelîl der barê serdana Davûtoglû de jî ev nirxandin kir; “Davûtoglû dibe ku were bixwaze vê meseleyê vê fêm bike, an jî nerehetiya xwe ya li hemberî vê rewşa Rojavayê Kurdistanê bîne ziman. Dê nerehetiya xwe ya li hemberî Kurdan li Rojava bîne ziman.” Xelîl got ku ew bawer in ku Davûtoglû dê bersiva pêwîst bigire û got; “Hebûna Kurdan li Rojava heye, divê mudaxeleyê wir nekin, Kurdên Rojava jî mudaxeleya karên Tirkiyeyê nake. Divê Tirkiye îradeya gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê nas bike. Çawa ku Erdogan dibêje bila Beşar Esad rêzê nîşanî vîna gelê Sûriyeyê bide, em jî Erdogan û Davûtoglû re jî dibêjin ku hûn jî mudaxeleya vîna Kurdên Rojavayê Kurdistanê nekin. Jixwe ev yek ne heqê we ye hûn mudaxele bikin.”
DAVÛTOGLÛ DÊ ÇI PEYAM BIGIRE?
Xelîl der barê peyamên ku Davûtoglû ji Herêma Kurdistanê werbigirin de jî ev pêşbînî destnîşan kir; “Dê ji Davûtoglû re were gotin ku em ji bo Tirkiyeyê tu xeterî çênakin. Desteya Bilind a Rojava ji xwe vê daxuyaniyê daye. Dê were gotin ku jixwe li wê derê PKK tune ye, tişta ku li wir heye, Kurdên Rojava bi xwe ne. Ji bo maf û azadiya xwe têdikoşin. Ev yek jî tiştek xwezayî û rewa ye. Evane dê ji wan re bê gotin.”
Xelîl bal kişand ser helwesta Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî û got; “Li gorî ku me jê fêm kir; dê Birêz Mesûd Barzanî bêje ku Kurdên Rojava ji bo we ne xeter in, em mudaxeleya Rojava nakin. PKK li wir tune ye. Lê rastiyek heye, ger li welatek din li kêleka me, li parçeyek din a Kurdistanê pirsgirêk çêbibe, em bixwazin, nexwazin bandorê li me jî dikin. Lê em li wê derê tune ne, Kurdên Rojava xwe bi xwe bi rê ve dibin.”
AKP BILA PÊŞÎ PIRSGIRÊKA 25 MILYON KURDAN ÇARESER BIKE
Xelîl pêşniyar kir ku hikûmeta AKP’ê pêşî pirsgirêa 25 milyon Kurdên di nava xwe de çareser bike û got; “Em îhtîmal nadin ku Davûtoglû bi Kurdan (Kurdên Rojava) re hevdîtin pêk bîne. Lê bila Tirkiye beriya her tiştê meseleya Kurdên di nava xwe de çareser bike. 25 milyon Kurd li wir hene, wana înkar dike. Kurdan li wir hin çalakiyên demokratîk pêk anîn, Erdogan dîn bû.”
Xelîl, xwepêşandanên bi heybet ên ku roja yekşemê bi dirûşima “Desteya Bilind nunera min e” li seranserê Rojavayê Kurdistanê jî silav kir û got; “Gelê Kurd roja yekşemê di xwepêşandanê li Rojavayê Kurdistanê pêk anîn de peyam û bersiva pêwîst dan her kesî. Gelê Kurd ji bo yekitiya Rojava pir bi biryar e. Ji avakirina Desteya Bilind a Kurdan pir keyfxweş bûne. Ev yek jî nîşan dide ku barek mezin dikeve ser milê me. Em jî hewl didin ku hêjayê vî gelî bin.”