Dêrsimê li hember tûrîzma neçîrê têkoşîn da destpêkirin

Li hember çar kesên ku 1’ê Mijdarê li navçeya Pîlemûrî ya Dêrsimê neçîra pezkoviyan dikirin, bertekên gel didomin.

Li hember çar kesên ku 1’ê Mijdarê li navçeya Pîlemûrî ya Dêrsimê neçîra pezkoviyan dikirin, bertekên gel didomin. Hunermendên Dêrsimî û Pîrên Elewî di daxuyaniya çapemeniyê de bertek li dijî neçîrvantiyê nîşan dan, xwestin ku herêm bê parastin.
Li hember çar kesên ku 1’ê Mijdarê li navçeya Pîlemûrî ya Dêrsimê neçîra pezkoviyan dikirin, bertekên gel didomin. Hunermendên Dêrsimî û Pîrên Elewî di daxuyaniya çapemeniyê de bertek li dijî neçîrvantiyê nîşan dan, xwestin ku herêm bê parastin.
Li hember neçîrvanên ku 1’ê Mijdarê li navçeya Pîlemûrî ya Dêrsimê ji aliyê gel sersûc hatin girtin, bertek didomin. Hunermendên Dêrsimî û Pîrên Elewî li oteleke Dêrsimê daxuyaniya çapemeniyê dan, bertekên xwe li hember neçîrvantiyê nîşan dan û xwestin herêm bê parastin.
Ji bo bertekê xwe li hember neçîrvantiyê nîşan bidin û herêmê bixin bin parastinê, hunermendên Dêrsîmî, Cemiyeta Çapemeniya Dêrsimê, Hewldanên Parastina Çand û Mîrateya Xwezayî ya Dêrsimê, Komaleya Parastina Jiyana Xwezayî ya Mûnzûrê, Komaleya Keşfê ya Gelengî daxuyaniyek çapemeniyê ya hevpar li dar xistin. Hevşaredarê Dêrsimê Mehmet Alî Bûl, Pîrên Elewî tevlî vê daxuyaniya hevpar bûn.
Hunermend Metîn Kahraman diyar kir ku di baweriya Elewiyan de tevahî zindî pîroz in û ev bawerî jî bi sedsalan bi xwezayê re di nav hevsengiyekê de ye.

‘QISMET NEÇÎRVANAN EV WEK FIRSEND DÎTIN’

Serokê Cemiyeta Çapemeniya Dêrsimê Ercan Topaç bal kişand ku zeîfetiya veguhestina çandê ya ji bo ciwanan, neçîrvantî zêde kiriye, wiha got: “Bi karên îdarî ji qismet neçîrvanan re ‘tazmînata kuştina pezkoviyan’ ji aliyê Midûriyeta Şaxa Parastina Xwezayê û Parkên Mîllî hatin birîn. Lê em dizanin ku ev texrîbata di jiyana me de ji bo zewqê kuştina pezkoviyan çêdike, ti berdêlên xwe tineye. Lê roja 1’ê Mijdarê ya ji ber hilbijartinên giştî bikaranîna her cure çek qedexe bû, firsend hate dîtin û ji bo neçîrvaniyê demsala zêdebûna pezkoviyan hate hilbijartin… Ji bo parastina cudahiyan bîyo-çandî yên Dêrsimê em banga xwedîderketina çand, mîrate û xwezaya xwe li gelê xwe dikin.”
Piştî daxuyaniya çapemeniyê Pîrên Elewî loqme belav kirin.

 LI HEMBER TURÎZMA NÊÇÎRVANIYÊ KAMPANYA ÎMZEYAN

Li aliyê din li hember nêçirvaniya pezkoviyê ji bo pêkanîna berpirsyartiya ku bê temamkirin der barê wê de xebatên îmzeyan hat despêkirin wê bidomin. Hunermendên ku îmze kirin nave wan ev in: Ahmet Aslan, Adîle Yadirgi, Alîşan Onlû, Aynûr Dogan, Belgîn Cengîz, Bulent Çetîndag, Canan Çal, Cemal Taş, Cemîl Koçgîrî, Dîren Înanç, Dogan Çelîk, Dogan Mûnzûroglû, Dost Berbatî, Erdal Cevîz, Erdal Erzîncan, Erdogan Emîr, Kemal Kahraman, Levent Guneş, Mavîş Gûneşer, Mehmet Atli, Mehmet Çapan, Metîn Kahraman, Mikaîl Aslan, Mûsa Bakî, Nadîa Weîsser, Ozan Serdar, Serdar Keskîn, Silo Qiz, Taylan Yildiz, Velî Kahraman.

...