Dêrikê qedexe şikand, bi hezaran kes ber bi navenda navçeyê ve dimeşin
Qedexeya derketina derve ya li navçeya Mêrdîn Dêrikê, di roja 8. de di encama berxwedana gel de ji neçarî hat rakirin.
Qedexeya derketina derve ya li navçeya Mêrdîn Dêrikê, di roja 8. de di encama berxwedana gel de ji neçarî hat rakirin.
Piştî rakirina qedexeya derketina derve ya li Dêrika Çiyayê Mazî, bi sedan kesên li pêşiya navçeyê disekinînin, ber bi navenda navçeyê ve dest bi meşê kirin.
Parlamenterên HDP'yî û Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek, piştî ku li ser qedexeyê bi Walîtiya Mêrdînê re hevdîtin kiri, hatin Taxa Bahçelîevler a li pêşiya navçeyê.
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûren Yuksek li vê derê daxuyaniyek da û anî ziman ku li navçeyê qedexeyeke bêwate hatiye ragihandin û got, "AKP nikare vî şerî qezenc bike. Bêyî ku hîn bêhtir mirov jiyana xwe ji dest bidin, divê hikûmet van polîtîkayên xwe biterikîne. Li Sûrê û navçeyên din, ev rewş dewam dike. Beşeke civakê ya ku her roj şîdet û zilmê dibîne, dibe ku nexwaze bi yên zextê li wan dike re bijî."
Piştî daxuyaniyê, bend û wesayîtên zirxî yên li pêşiya navçeyê hatin rakirin û vekişandin û welatiyan dest bi meşê kirin.
Li navenda navçeyê jî bi hezaran kes ji malên xwe derketin û tevlî meşê bûn.