Derew li ber rastiyê serjor e –Tayîp Temel

Derew li ber rastiyê serjor e –Tayîp Temel

Her tê gotin ku derew tu caran nikare xwe li ber hêza rastiyê bigire. Çiqas li ber xwe bide, çiqas ji xwe re arguman û lîteraturan bibîne û çiqas ji bo xwe li hîn sedem û hincetan bigerî jî ne mimkûn e ku derew hebûna xwe biparêze.

Yek jî sedema bingehîn a lawaniya derewê ew e ku di nava xwe de hêmayên nelihevkîrî (paradoks) dihewîne û bivê nevê ji nav ve dirûxe.

Stûnên ku derew û xeletî li ser hatiye avakirin, li hev nakin û ji bin diçin.Sedemeke din jî ew e ku xwediyên derewan çiqas muqtedîr û bi huner bîn jî tu caran ne pêkan e weke parêzvanên rastî û heqîqetê, xwe di ber fikra xwe de feda bikin. Nerehetiya manewî û hundirîn bi tu awayî ji wijdanê xwe xilas nabin.

Ev rastî jî hîn di destpêkê de derewê bêhêz û lawaz dike. Lê ligel vê yekê jî nabe ku mirov bêje hêza derew û derewînan a xapandinê kêm e. Pergal û zîhnîyetên ku bûne kaleyên derewên xwe, ji bo rastî û heqîqetê reş bikin û derewên xwe jî weke rastî û heqîqet nîşan bidin, hemû rê û rêbazan diceribînin.

Çimkî ji bo derewînan, derew û xapandin çavkaniya jiyanê, rastî û heqîqet jî mirina wê ye. Ji ber vê çendê serdest û derewîn ev qas ji rastî û heqîqetê ditirsin.

*****

Heke li şûna rastiyê derew, li şûna edaletê zilm û li şûna heqîqetê neheqî hate bicîhkirin bizanibin ku desthilatdarên serî li van rêbazan didin pir bêhêz û lawaz in. Ew qas bêçare ne ku bi tu rengî nikarin li rûyê rastî cihê heqiyê binêrin.

Weke hevalê min ê hûcreyê Taner Bozyel got; “Dema dadger, bi qanûna 18 sal cezayê girtîgehê daye min dixwend, min li rûyê wî mêze kir. Lê wî awirên xwe ji awîrên min revandin û heta dawiya qerarê serê xwe ji ber xwe ranekir.” Taner ji ber ku tevli çalakiyên protestayî bûye dihat darizandin. Lê çawa ku behsa guhertina hin xalên qanûnan hate kirin, dadgehê di rûniştandina dawî de ew kir ‘endamê rêxistinê’ û ceza da wî.

Ne tenê Taner, Ferhat Onder, Ahmet Korhan û Îbrahîm Fîlîz jî di daneşînên dawî de rastî cezayê 15-25 salan hatin. Heta danişîna dawîn jî ew ji xala ‘ligel ku ne endam in jî’ dihatin darizandin guherandin û di sînorê herî jor de ceza kirin.

Çawa ji bo Erdal Eren îdam bikin, temenê wî mezin kirin, niha jî xala sûcdariyê tê dayîn. Bêdengî jî balkêş e. Lê weke Taner gotî; “Neheqî nikare li awirên, mafdarî û rastiyê binêre. Xwediyên wê her tim serjor in…

* Tayyip Temel, Azadiya Welat, Rêveberê berê yê Karên Nivîskî, di Girtîgeha Tîpa D a Amedê ye

Çavkanî: Azadiya Welat