Derbarê 69 kesên serdana gora gêrîlayê HPG’ê kirin doz hat vekirin

Derbarê 69 kesên serdana gora gêrîlayê HPG’ê kirin doz hat vekirin

Di derbarê 69 kesên ku li navçeya Solhan ya Çewlikê serdana gora gêrîlayê HPG’ê Şerefetîn Can (Zerdeşt Çeleng) kirin bi hinceta ku, “Muxalefeta qanûna xwepêşandan û meşê” kirine doz hate vekirin.

Gêrîlayê HPG’ê Şerefetîn Can (Zerdeşt Çeleng) ku di 26’ê Nîsana 2011’an li navçeya Pilemûr ya Dêrsimê li gel 6 hevalên xwe jiyana xwe ji dest dabû, di derbarê 69 kesên ku serdana gora gêrîla Zerdeşt yê li Goristana Bozlar ya navçeya Solhana Çewlikê hatibû veşartin kirin doz hate vekirin.

Dozgeriya Komarê ya Solhanê ku di nav de Serokê BDP’a Çewlikê Halîs Yûrtsever, rêveberên Bajar û endamên meclîsa şaredariyê jî heyîn derbarê 69 kesan de bi îdîaya, “Muxalefeta qanûna xwepêşandan û meşê kirine” û li gorî madeya 53/1 ya TCK’ê “Bizanabûna sûc kirine” daxwaz kir ku li Dadgeha Cezayê Asliye ya Solhanê doz bê vekirin. Doza ku bê vekirin dê endam û rêvberên BDP’ê jî di nav de dê 69 kes bêne darezandin.

BDP’yiyên ku di 6’ê Gulana 2011’an serdan goristana gêrîla Zerdeşt kirin, ji aliyê polîsan ve hatibûn binçavkirin. Her wiha piştî Amîrtiya Trafîkê ya Herêma Solhanê îfadeyên BDP’yan girtin serbest berda bûn.