Dêra veguherîbû Kargeha Xalîçe hat hilweşandin

Dêra Katolîk a Ermeniyan a li taxa Deriyê Mêrdînê ya Sûrê, ku di dema dawî de hat restorekirin û veguherî Kargeha Xalîçeyan, ji ber êrîşa bi tank û topan bû xirbe.

Papazê Dêriya Suryanî ya Dayika Meryem Yûsûf Akbûlût da xuyakirin, ku ji ber bomberdûmana li Sûrê xisar li dêran bûne.

Li Sûrê, ji ber êrîşên hêzên dewletê yên di nava 80 rojên qedexeya derketina derve de kirî, bi dehan sivîl hatin qetilkirin, gelek mizgeft, medrese, dêr û avahiyên bi hezaran salî yên li navçeyê, veguherîn xirbe. Xisareke mezin li Dêra Sûrp Gîragos, Dêra Keldanî, Dêra Ermenî ya Katolîk a li Deriyê Mêrdînê û Minareya Çarling, Mizgefta Kurşûnlû, mizgeftên Fatîh Paşa, Arap Şeyh, Haci Hamît û Hasirli, bû. Papazê Dêriya Suryanî ya Dayika Meryem Yûsûf Akbûlût li ser mijarê ji ANF'ê re axivî û got, "Li dêr û îbadetxaneyên din, xisareke gelekî mezin çêbûye. Me bihîst ku xisara herî kêm ki Dêra Suryaniyan a Dayika Meryem bûye. Heta demekê ez ji dêrê derneketim, lê belê ji ber giranbûna bomberdûmanê em neçar man navçeya Sûrê biterikînin. Niha bi ti awayî agahî ji Sûrê nayê ji me re."

Endamê Desteya Rêveber a Weqfa Dêra Ermeniyan Sûrp Gîragos a Amedê Gafûr Turkay diyar kir, cihê ku tîmî taybet li ser dîwarê wê nîşaneya 'kûçikan' a nîjadperestan çê kirine û ev der veguherandine xirbe, Dêra Ermenî ya Katolîk a li Deriyê Mêrdînê ye. Turkay got, "Cihê ku wêneyê wê li medya civakî hat weşandin û tê de xuya dike bûye xirbe, Dêra Ermenî ya Katolîk e. Li ser mijarê weke Meclîsa Kirklarê me bi rayedaran re hevdîtin kirin. Lê belê me ti encam bi dest nexistin. Niha zû ye ku mirov der barê mijarê de tiştekî bêjin. Em li benda rakirina qedexeya derketina derve ne."

Endamê Desteya Rêveber a Weqfa Dêra Ermeniyan Sûrp Gîragos a Amedê Gafûr Turkay diyar kir ku xisar li Minareya Çarling, mizgeftên Kûrşûnlû, Fatîh Paşa, Arap Şeyh, Haci Hamît û Hasirli, bûye.