Li navçeya Nazimiye ya Dêrsimê, 27’ê Tebaxê di navbera artêşa Tirk û gerîlayên HPG’ê de pevçûn qewimî, gerîlaya HPG’ê Sidika Yildiz ( Destan Rustem) jiyana xwe ji dest da. Der heqê Parlementera HDP’ê ya Wanê Tûgba Hezer bi hinceta meha Îlonê li navçeya Elbakê ya Wanê beşdarî merasîma cenazeyê Sidika Yildiz bûyî lêpirsîn dan destpêkirin.
Der heqê Hevşaredariya Elbakê Aynûr Tarhan jî ji ber beşdarî merasîmê bûyî, bi îdîaya ‘ Propaganda rêxistinê kiriye’ lêpirsîn dan destpêkirin. Tarhan dema cenaze ji mizgeftê hat girtin ber bi goristanê dihate birin, ji ber cenaze hilgirtiye bi propagandakirina rêxistinê tê sûcdarkirin, di vê çarçoveyê de Dozgerê Komarê yê Elbakê ji bo îfadeyê bang kirê.