Der barê 15 gerîlayên sibatê jiyana xwe ji dest dan de daxuyanî

Der barê 15 gerîlayên sibatê jiyana xwe ji dest dan de daxuyanî

HPG’ê der barê 15 gerîlayên ku li herêma Besta ya Şirnexê di encama operasyona artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dabûn, daxuyaniyek da. HPG’ê nasnameya gerîlayên jiyana xwe ji dest dan aşkere kir û diyar kir ku du gerîlayên ku berê dihat gotin jiyana xwe ji dest dane dijî.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê beriya niha nasnameya 3 ji 15 gerîlayên li Bestayê beriya çar mehan jiyana xwe ji dest dabûn aşkere kiribû. HPG’ê nasnameya her 12 gerîlayên din jî aşkere kir û diyar kir ku 2 gerîla ji wan 15 gerîlayan dijîn.

Di daxuyaniyê de hat gotin; “Me ragihandibû ku di 12-15 sibatê de artêşa Tirk a dagirker li herêma Besta ya Şirnexê operasyoneke berfireh daye destpêkirin û di encama operasyonê de 15 gerîlayaên me bi qehremantî gihiştine şehadetê. Me beriya niha agahiyên nasnameya hevalên me Hemze Şirnex- Abdulmecit Îke Ronahî Murat - Gulnaz Ekinci û Havîn - Ayşe Îşçi aşkere kiribû. Piştre hat zelalkirin ku gerîlayên me Mehabad - Nebahat Demir û Zozan Herekol - Emine Gungen ên ku me dabû diyarkirin gihiştine şehadetê, dijîn.”

Nasnameya 12 gerîlayên jiyana xwe ji dest dan:

*Behman Ezîzvend, bi nasnavê Felat Zagros, li Urmiyeyê ji dayîk bûye, sala 2011 tevil bûye

*Ahmet Aktaş, bi nasnavê Mahsum Bagok, li Midyad/Mêrdînê ji dayîk bûye, sala 2003 tevil bûye.

*Aygul Emîne, bi nasnavê Zîlan Serhat, li Bedlîsê ji dayîk bûye sala 2003 tevil bûye.

*Servet Dogan, bi nasnavê Gezgor, li Rihayê ji dayîk bûye, sala 2002 tevil bûye

*Mûrat Karataş, bi nasnavê Azad Çiya, li Sêrtê ji dayîk bûye, sala 2002 tevil bûye

*Aysel Bartu, bi nasnavê Aysel Dijwar, li Wanê ji Dayîk bûye, sala 2003 tevil bûye

*Remezan Mustefa, bi nasnavê Reşo Welat, li Qamişlo ji dayîk bûye, sala 199 tevil bûye

*Zanyar Merdo, bi nasnavê Serhat Binasan, li Sine ji dayîk bûye, sala 2003 tevil bûye

*Selamî Kaya, bi nasnavê Rojvan Sîpan, li Wanê ji dayîk bûye, sala 2011 tevil bûye

*Mehmet Turken, bi nasnavê Demhat Şervan, li Wanê ji dayîk bûye, sala 2010 tevil bûye

*Ferdane Kina, bi nasnavê Şerda Gever, li Gever/Colemêrgê ji dayîk bûye, sala 2010 tevil bûye

*Derwêş Çakmak, bi nasnavê Simko Amara, li Seyhan/Edene (bi eslê xwe ji Semsûrê ye) ji dayîk bûye, sala 2011 tevil bûye.