Dengbêja çîrokên hêviyê: Medîne
Dengbêj Medîne ku ji zarokatiya xwe ve klaman dibêje, li ser kurê xwe Ûmût ku di sala 2009'an de li Qendîlê jiyana xwe ji dest da, distirê.
Dengbêj Medîne ku ji zarokatiya xwe ve klaman dibêje, li ser kurê xwe Ûmût ku di sala 2009'an de li Qendîlê jiyana xwe ji dest da, distirê.
Medîne Altûn a li gundê Eywen ê navçeya Stewr a Mêrdînê dijî, bi klamên xwe tê naskirin. Dengbêj Medîne di salên 1990'î de ji Mûşê koçî Stewrê kiriye. Lê dengbêjên Serhedî bandoreke gelekî zêde lê kiriye. Hê di 8 saliya xwe de guh daye klama li ser Seyîdxanê kerr û dest bi dengbêjiyê dike. Medîne hez ji guhdarîkirin û strana klamên li ser şervanan dike. Li ser kurê xwe Ûmût ê HPG'yî distirê.
Dayik Medîne di klama xwe de ji bo kurê xwe Ûmût dibêje 'şervanê min' û bi gotina 'herî zêde klam li te tê' dest bi klamê dike.
Medîne dibêje çîroka her klamekê heye û beriya ku bistirê qala çîroka klamê dike. Yek ji klamên ku ji zarokatiya xwe e distirê klama li ser Seyîdxanê kerr e. Seyîdxanê kerr şervaneke û ji aliyê axa û began ve tê kuştin. Medîne dibêje, klama Seyîdxanê kerr gelekî bandor li wê kiriye û bi vê klamê dest bi dengbêjiyê kiriy. Klama Seyîdxan bi gotina "Seyîdxan dibêje, me kir nekir, nekarî zozanên serhedê ji axa û began rizgar bikin" dest pê dike û qala têkoşîn û mirina wî dike. Medîne vê klama ku di emrê zarokatiyê de dibihîze, ji bîr nake û digihîne roja îro.
MIRIN LI ÛMÛT Ê MIN NAYÊ
Tevî ku di nava civaka feodal de dijî jî Medîne rolên zayendî yên civak ferz dike, nas nake û dibêje, ew siwareke baş e, bi salan karê qaçaxçitiyê kiriye. Dibêje, êşa wê ya herî mezin jî ji dest dayîna kurê xwe Ûmût e, ku di sala 2009'an de li Qendîlê jiyana xwe ji dest da. Dayika Medîne hewl dide êşa di dilê axwe de bi klaman sivik bike û bi gotina "Mirin li Ûmût ê min nayê" dest bi klamê dike.
MIN LI CEM KURÊ MIN VEŞÊRIN
Dengbêj Medîne nikare qebûl bike ku kurê wê Ûmût jiyana xwe ji dest daye. Medîne dibêje, ji bo dîtina kurê xwe wê gelekî li ber xwe daye û ew ê ji niha û pê ve ji bo dîtina gora kurê xwe têbikoşe. Wesiyeta Medîne jî ew e ku li cem gora kurê xwe Ûmût were veşartin.