Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş ragihand ku partiya wan dê di rojên pêş de heyetek ji bo lêkolînkirina rewşê bişînin Sûriyeyê.
Demîrtaş bi rêya Twitterê daxuyaniyek da û diyar kir ku hewdanên Kurdan ên ji bo bidestxistina statuyekê weke gef û tehdît tê dîtin û got ku ev yek xelet e. Demîrtaş got; “Berdevkên PYD’ê ji bo Tirkiyeyê peyamên diyalogê dişînin, ger Tirkiye jî bi gefa mudaxeleyê bersiva vê bangê bide, ev yek ne tiştek aqilane ye."
Demîrtaş ragihand ku gelê Kurd û Kurdistan li ser vê erdnîgariyê rastiyeke dîrokî ye û destnîşan kir ku dive biratiya ku bikare vê rastiyê qebûl bike were pêşxistin.
Demîrtaş got ku dê hemû polîtîkayên ku vê rastiyê tune dihesibînin an jî dixwazin tune bikin, rê li ber aloziyan vebikin û diyar kir ku ger Tirkiye diyologê bi gelê Kurd re pêk bîne, dê qezenç bike. Demîrtaş wiha berdewam kir; “Di vê çarçoveyê de dive ne şer, diyalog di navbera Kurdên Sûriyeyê û Tirkiyeyê de pêk bê. Ji bo vê diyaloga di navbera Tirkiye û Konseya Bilind a Kurdan û PYD’ê de partiya me amade ye ku tişta dikeve ser milê wê pêk bîne. Di rojên pêş de partiya me dê ji bo lêkolînkirina rewşê heyetek bişîne Sûriyeyê. Înşalah çareserî û aşitî jî nêzîk e."