Parlementer û nûnerên BDP, KCD, ESP, EMEP û saziyên sivîl ên civakî, hunermend û welatiyan piştî çalakiya Parka Sumerê bi girseyi daxuyanî dan û êrîşên polîsan ên duh li dijî gel û parlamenteran pêk hat şermezar kir. Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demirtaş, anî ziman ku duh li Amedê cop, bombeyên gazê û polîsên dewletê hebûn û wiha got: "Dewleta ku di destê wê de cop, panzêr û bombeyên gazê hebû, rewa û meşrutiya xwe winda kir. Li Kurdistanê meşrûtiyeta AKP'ê winda bû. 24 saetan de ev yek aşkere bû.
Nûnerên BDP, KCD, ESP, EMEP û saziyên sivîl ên civakî piştî êrîşa duh li dijî parlementeran û gelê Amedê pêk hat li Parka Sumerê hata serê sibê çalakiya rûniştinê pêk anin. Bi sedan kesên ku di navde Hevserokên BDP'ê û KCD'ê, nûnerên BDP, KCD, ESP, EMEP û saziyên sivîl ên civakî hebûn pişti çalakiya rûnişitnê li Parka Sumerê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Hevserokên KCD'ê Aysel Tugluk, Heveserokê Gişti yê BDP'ê Selahattin Demîrtaş Gultan Kişanak, parlementerên BDP'ê û parlementerê Stenbolê Levent Tuzel, hunermend Rojda, Suavi, Ferhat Tunç amade bûn. Dema daxuyanî hate dayîn dîsa polîsan bi TOMA û panzêran qada îstasyonê dagir kir û tedbîrên gelek mezin girtin. Ketin û derketina Parka Sumerê xistin bin kontrolê. Bi sedan kesên beşdarî daxuyaniyê bûn dirûşmeya "Bijî Serok Apo", "PKK gel e, gel li vir e" û "Em dê cîhana bêyî Ocalan bi ser we de hilweşînin" berz kirin.
'TÊKOŞÎNA GEL POLÎTÎKAYÊN AKP'Ê PÛÇ KIR'
Hevseroka BDP'ê Selehattîn Demirtaş, ani ziman ku gelê Amedê ji duh heta niha li dijî fazîşmê berxwedanek mezin nîşan dide û wiha got: "Ez hurmeta xwe ji gelê berxwedêr re nîşan didim. Faşîzma hikûmeta AKP'ê li Amedê rastî berxwedanek bi heybet hat. Polîtîkaya AKP'ê li hemberî berxwedana gelê kurd pûç derket. Duh denê polîs, cop, bombeyên gazê û panzêrên dewletê li Amedê hebûn. Dewleta ku bi cop, panzêr û bombeyên gazê rewatiya xwe winda kir. Gelê Amedê 24 saetan li qadan got 'Bila Brêz Ocalan Azad bibe. Em dixwazin Brêz Ocalan azad bibe.' Dewlet ji bo vê daxwaza gel aşkere nebe hemû hêzên xwe û tundiya xwe bikar anî. Dewletê 24 saetan kolan bi kolan, tax bi tax her der kir qada îşkenceyê. Ji bo gelê kurd daxwaza xwe ya Azadiya Brêz Ocalan neyîne ziman hemû îşkence bikar anî."
'AZADIYA BRÊZ OCALAN ROJEVA SEREKE YE'
Demîrtaş, destnîşan kir ku êdî gelê kurd dizane heta Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan azad nebe aştî jî pêk nayê û wiha got: "Gelê kurd ji ber vê baweriya xwe Azadiya Brêz Ocalan kiriye rojeva xwe ya sereke. Divê hikûmet dersan ji vê yekê derxe. Ger ku hirmutea AKP'ê ji gel re hebe divê daxwazên gel li ber çavan bigire. Êdî hikûmeta AKP'ê nûnertiya faşîzmê dike. Divê êdî her kes baş helwesta AKP'ê nas bike û hemû kesên xwedî wijdan û demokras ji AKP'ê biqetin.
Gelê Amedê bi berxwedana 24 saetan têkoşîna xwe nîşanî hemû cîhanê da. Qedexeyên AKP'ê û Walî nikare gel asteng bike. Polîsan hemû ketin û derketina Amedê ji navçe û derdorê re girt û ketin û derketin qedexe kir. Xwest bi zordariyê hikum bike. Lê êdî ev çaresiyê bi xwe re nîne. Tenê rêya çareseriyê têkoşîn û berxwedana li hemberî zulmê ye."
'BERXWEDANA LI ZINDANA AMEDÊ DEST PÊ KIR, ÎRO LI HER DERÊ AMEDÊ BELAV BÛ'
Demîrtaş, bilêv kir ku êdî Berxwedana Zindana Amedê li her derê Amedê û hemû derê belav bûye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Nûnertiya gelekî berxwedêr pir zahmet e. Em hewl didin ku laîkî gelê xwe bibin. Berxwedana 14'ê Tîrmehê li hemû kuçe û kolanên Amedê belav bû. Ger ku em girêdayî Ruhê 1'ê Tîrmehê bin em dê hemû zilmê hilweşînin. Hetaku Rêberê PKK'ê Brêz Abdullah Ocalan azad bibe dê têkoşîn û berxwedan bidome."
'DEWLETÊ LI HEMBERÎ WELATIYÊN XWE ŞER ÎLAN KIRIYE'
Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk jî anî ziman ku êdî dewletê û hikûmeta AKP'ê li hemberî gelê kurd şer îlan kiriye û bi polîtikayên faşizmê şerê înkar û îmhayê dimeşîne û wiha axivî: "Rêberê PKK'ê Brêz Abdullah Ocalan'ın 354 rojin di bin tecrîda giran de ye. Ji ber ku dewlet helwesta dijminantiyê nîşan dide hevdîtinê asteng dike. Divê Brêz Ocalan bigêje Azadiya xwe. Divê şert û mercên Brêz Ocalan bên başkirin. Ger ku em di ber xwe bidin em dê biser bikevin. Gelê me dê bi ser bikeve."