Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş ji ber binçavkirin û girtinên di van rojên dawiyê de pêk tên, dê sibe biçe Colemêrgê.
Piştî ku li Colemêrgê 16 kes hatin binçavkirin, hat ragihandin ku dê Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş sibê biçe Colemêrgê. Hat zanîn ku dê Demîrtaş, li Buyukçîftlîkê were pêşazîkirin û piştre dê bi nunerên saziyên sivîl re hevdîtinek pêk bîne.
Demîrtaş dê di 13’ê hezîranê de jî biçe Geverê û dê demjimêr di 10.00 de li ser Pira Şakîtan bi girseyî bê pêşwazîkirin. Demîrtaş dê li navenda navçeyê xîtabê gel bike û piştre jî dê biçe serdan esnafan.