Demirtaş: Pêwîstiya çiyê bi pereyê me tune

Demirtaş: Pêwîstiya çiyê bi pereyê me tune

44 gundên girêdayî navenda Amedê bi merasimekê gihiştin ava vexwarinê. HEvserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş di merasimê de axivî û nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên “pereyên ji şaredariyên BDP’ê re tên ji çiyê re diçin” da û got; “Pêwîstiya çiyê bi pereyê me tune.

Merasima Projeya Ava Vexwarinê ya li taxên Sûra Amedê ya ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê meşandin, pêk hat. 10 gundên girêdayî navenda Amedê gihiştin ava vexwarinê. Bihayê vê projeya avê ya 120 km dirêj 4 milyon û 838 lîre bû.

Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Parlementera BDP’ê ya Amedê Nûrsel Aydogan, Parlementera BDP’ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, Şaredarê Amedê Osman Baydemîr, Şaredarê Navçeya Sûrê Abdullah Demîrbaş, Şaredara Rezan Yuksel Baran û gelek kesên din beşdarî vekirinê bûn.

Piştî Baydemîr, Demîrtaş axivî û diyar kir ku pirsgirêak Krud ne tenê pirsgirêka ziman û çandê ye, xizaniya li vir jî parçeyek ji pirsgirêka Kurd e.

Demîrtaş di merasimê nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên “pereyên ji şaredariyên BDP’ê re tên ji çiyê re diçin” da û diyar kir ku Alîkarê Serokê AKP’ê yê Berpirsê Rêveberiyên Herêmî dixwaze şaredariyên BDP’ê reş bike. Demîrtaş got; “Ger piştrast bike ku tenê qûruşek ji şaredariyek a me çûye çiyê, wê demê dê ew şaredarê me îstîfa bike.” Demîrtaş bal kişand ser girtina şaredar û rêveberên BDP’ê û got; “Ez bang li reveberên AKP û Serokwezîr dikim. Bila li qusurê nenêrin, hûn ji belgeyên sîxûrî yên di destê xwe de, ji raporên MÎT’ê dizanin ku pêwîstiya çiyê bi pereyê me tune ye. Pêwîstiya çiyê bi pereyê me, pereyê we û yê dewletê tune ye. Hûn baştir ji me dizanin xwe çawa xwedî dikin. Ma hûn dibêjin xwe bi pereyê şaredariyan li ser lingan digire. Hûn ji me baştir dizanin. Hûn dizanin ku ger bi milyonan mirov ne li pişt wê bûya xwe li ser lingan nedigir."

Piştî vekirinê beşdaran ji ava ji 44 gundan re hat berdan vexwarin.