Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş derbarê mijara kurdên li Sûriyeyê de nirxandin kir û wiha got: "Biryarên derbarê Kurdistana Sûriyeyê yên ku were girtin di serî de Tirkiye hemû kes divê rêz lê bigire. Li wir dagirkeriyekî tune ye. Gel bi rêvebiriya cewherî vîna xwe ava dike. Mudaxeleyekî li hemberî vê dê bibe dagirkerî. Êrişekî li hemberî destketiyên wir, tu Kurd bê deng namîne."
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş derbarê serhildana gel ya li Sûriye û rewşa Rojavayê Kurdistanê nirxand. Demîrtaş anî ziman ku, tiştên li Sûriyeyê diqewimin pir girînge û wiha got: " Bi rastî tiştê ku li Sûriyeyê diqewimin, rasterast têkildarî siyasetên navxweyî ya li hemû welatên li herêmê ye. Bi taybetî jî kurdên li Sûriyeyê dijîn eleqedar dike. Tiştên ku li Kurdistana Sûriyeyê tê jiyandin, tiştên li bendê bûn. Gelê Kurd li Sûriyeyê ev demek dirêje ji bo yekitiya xwe avabikin dixebitîn. Ev xebat encam dan û yekitî hate avakirin. Niha pêvajoyekî krîtîk heye. Dewletên li herêmê û hêzên navneteweyî derbarî vê yekê de hîn tiştekî nekirine. Tirkiye di rojên ewil de ji nedîtî ve hat, lê niha hêdî hêdî ev rewş dikeve rojeva Tirkiyeyê."
'LI HEMBERÎ ÊRÎŞÊN LI HEMBERÎ DESKETIYAN, DÊ TU KURD BÊ DENG NEMÎNE'
Demîrtaş got ku "Dê di vê asta krîtîk de kurdên li Sûriyeyê berbarî pêşeroja xwe de biryarên xwe bi xwe bidin" û wiha got: "Divê li hemberî biryarên li ser Kurdistana Sûriyeyê bê girtin di serî de Tirkiye, hemû kes rêz nîşanî bidin. Ji bo destketiyên wir mayînde bibin û werin parastin divê hemû Kurdistaniyan li her çar perçeyan bi hestiyar bin. Hewceye xwedî li wan destketiyan were derketin. Ez hêvî dikim ku kurdên li Sûriyeyê dê xwe ji pêvçûnên heyî dûr bigirin. Lê divê bê zanîn ku li hemberî êrîşên li hemberî destketiyan dê tu Kurd bê deng nemîne.
Ez bawer dikim ku kurdên li Tirkiyeyê jî li hemberî geşedanên li wir pêk tên kelecanekî dijîn, kêfxweş dibin. Niha li Kurdistana Sûriyeyê gel bi awayekî pratîkî rêvebiriyan dewr digirin û rêvebiriyekî gel derdikeve holê. Kurdên Tirkiyeyê ji vê yekê kêfxweş in. Lê rewşa bi tevahî ya Sûriyeyê ne baş e. Him li Şamê him jî li Helebê pêvçûnên mezin diqewimin. Ji bo ev pêvçûn negihêjin Kurdistanê ez bawerim hewceye polîtîkayekî pir bi baldar divê were meşandin."
'DANÎNA TÊKILIYÊN BAŞ ÊN BI KURDÊN TIRKIYEYÊ JÎ DÊ SÛDÊ BIDE TIRKIYEYÊ'
Demîrtaş anî ziman ku, bûyeran dişopînin û wiha axivî: " Ez hêvî dikim ku pirsgirêkên li Sûriyeyê tên jiyandin di demekî kin de werin çareserkirin. Gelê Kurd jî beyî ku yekîtiya xwe xirab bike, bi hemû gelên wir bikeve nava têkiliyên baş û destketiyên xwe bi vê yekê divê mayinde bike. Hêviya me eve. Ev geşedanên li Sûriyeyê polîtîkayên dewletên li herêmê jî têkildar dike. Li şûna ku refleksekî bi bertek nîşan bidin, niha dê bûyeran bişopînin.
Li gorî geşedanan dê hemû welat helwestên xwe diyar bike. Lê niha Kurdistanekî Xweser ya li wir, Kurdistanekî ku mafê rêvebiriya xwe bi xwe bi dest xistiye ji aliyê polîtîkaya derveyî Tirkiyeyê piştgirî nayê dayîn. Em vê ji daxuyaniyên di demên borî ve dizanin. Ji xwe fikar û tirsa herî mezin ya Tirkiyeyê ew bû ku kurdên li Sûriyeyê bigihêjin maf û azadiyên xwe. Ez bawerim ku Tirkiye ev fikarên xwe veguherîne polîtîkayê. Lê em wekî BDP'ê di hemû hevdîtina bi hukumetê re şîreta me ev bû; danîna têkiliyên baş bi kurdên Tirkiyeyê jî dê feyde bide Tirkiyeyê."
'KURD DAGIR NAKIN, MAFÊN XWE DISTÎNIN'
Demîrtaş destnîşan kir ku, "Hember derketin an jî astengkirina Tirkiyeyê li hemberî destketiyên kurdên Sûriyeyê ne helwestekî raste" û wiha dawî li axaftina xwe anî. " Ji ber vê yekê hemû dewletan ji serî heta niha dişopînin. Ji ber ku helwestekî neyînî dikare hemû hevsengiya herêmê xerab bike û bi awayên cuda biguherîne. Ez bawerim Amerîka jî, Îsraîl jî, Îngîlîstan ji, Rûsya jî heta Çîn jî, Îran jî dê geşedanan baş bişopînin û li gorî wê polîtikayekî diyar bikin. Divê mirov nefikire ku dê hemû welatên li cîhanê li hemberî vê derkeve. Di encamê de Kurd dest danaynin ser mafên kesekî. Mafên xwe û axên ku bi sedan salane li ser diji digire, divê mirov wisa bifikire. Li wir gasp tune ye, dagirkerî tune ye. Gel bi bi rêvebiriya xwe ya cewherî vîna xwe ava dikin. Mudaxeleyekî li hemberî vê, mudaxeleyekî ji aliyê Şamê dê ne rewa be. Mudaxeleyekî ji derve dê bibe dagirkerî. Ji ber ku li wir gel cihekî din dagir nake, li ser axa xwe mafê jiyana xwe, mafê rêvebirkirina xwe bi xwe ava dike. Divê hemû kes rêz li hemberî vê nîşan bide."