Demîrtaş: Neavêje Recep neavêje

Demîrtaş: Neavêje Recep neavêje

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku, AKP'ê wisa hizir kir ku heke çend mafên kurdan nas bike dê bikaribe teslîm bigire û got; "Faşîstên herî mezin jî baş dizanin ku nikarin kurdan bi vî rengî teslîm bigire. Kenan Evren jî îro vê yekê qebûl nake. Lê vana hê jî wisa difikirin ku gelê Kurd bi cemaet, îhale û komkujiyan dê biçewisînin. Hûn kurdî piştî pola 5'an hefteyê 2 demjimêran wekî dersa hilbijarî didin û ji vê re jî dibêjin wekhevî. Gelê Kurd bi vê naxape. Lewma em dibêjin, neavêje Recep neavêje. Çareserî ne di nav lêvên Tayîp de ye çareserî di wicdanê gelan de ye."

Rêxistina BDP'a Çewlik û Gêxiyê li avahiya BDP'a Gêxiyê xwarinek organîze kir. Tevî Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Parlementerê BDP'ê yê Çewlikê Îdrîs Baluken, Şaredarê Surê Abdullah Demîrbaş, endamên meclîsa partiya BDP'ê, rêvebirên BDP'a Çewlik û Elezîzê yên bajêr û navçeyan tevlî xwarinê bûn. Demîrbaş û yên pê re di ketina Çewlikê de bi karwanekê hatin pêşwazîkirin. Karwan ji vê derê derbazî bajaroka Sancakê bû. Demîrtaş ku li Sancakê ji aliyê bi sedan kesî ve hat pêşwazîkirin li vir axivî û salvegera qetilkirina Wedat Aydin bibîr xist. Demîrtaş got; "Ji wê rojê heta niha li hemberî gelê me bê navber îşkence û pêkûtî pêk hat. Berxwedana me ya li hemberî vê yekê jî bê navber berdewam dike." Demîrtaş bang li kurdên di nav AKP û partiyên din de kir û wiha axivî: "Heke aştî bê vî welatî dê bi destên BDP'ê bê. Riya azadiya Kurd û Kurdistanê ji yekîtiya kurdan derbaz dibe. Refên AKP û partiyên din biterikînin. Roj roja yekitiyê ye."

'LI HEMBERÎ ÇEWLIKÊ POLÎTÎKAYA TAYBET TÊ MEŞANDIN'

Demîrtaş bal kişand li ser polîtîkayên dewlet û hikûmeta AKP'ê li ser Çewlikê dimeşîne û got; "Çewlik ji bo dewletê çi qasî girîng be ji bo me hê girîngtire. Di hilbijartinên herêmî yên pêşiya me de rêveberiyên herêmê destpêkê navçeyên Sancak, Gêxî, Azarpêrt û gelek navçeyên di dê derbazî BDP'ê bibe." Piştre Demîrtaş û yên pê re bi karwanekê derbazî navçeya Gêxiyê bû. Konvoy li vê derê jî ji aliyê bi sedan welatiyan ve bi dirûşmeyên "Şehîd namirin", "Pêkûtî nikarin me biçewisînin" hatin pêşwazîkirin.Girseya ku li ber avahiya BDP'a Gêxiyê civiya li ber mûzîkê govend girtin.

'HEKE BIBE DÊ AŞTIYEKE BIRÛMET PÊK BÊ'

Demîrtaş li vê derê jî xîtabî gel kir û anî ziman ku, gelê Kurd li welatê xwe jiyaneke koletî dê qebûl neke. Demîrtaş li ser gotinên Erdogan ên wekî; "birayên min yên bi kok kurt, birayên min rihê min" wiha axivî: "AKP derveyî hemû daxwazên ku xwe qebûl dike wekî 'terorîsti'yê binav dike. Li van xakan we 30 salan komkujî pêk anîn. We bi hezaran gund vala kirin, bi hezaran kuştinên kujer nediyar pêk anîn. We xweza û mirov qetilkirin. Ya hûn dikin nabe terorîstî daxwazên kurdan terorîstî ye? Yekane daxwaza me li ser van xakan bi aştiyê jiyane. Em dê têkoşîna xwe ya mafdar her roja paştire mezintir bikin. Yên ku vî gelî terorîst îlan dikin bila di eynikê de lixwe binêrin. Hûn kî ne zimanê vî gelî hefteyê 2 demjimêran ji bo vî gelî rewa dibînin."

'NEAVÊJE RECEP...'

Demîrtaş destnîşan kir ku AKP'ê wisa hizirî ku bi nasîna hin mafan dê gelê Kurd teslîm bigire û wiha pê de çû: "Faşîstên herî mezin jî baş dizanin ku nikarin kurdan bi vî rengî teslîm bigire. Kenan Evren jî îro vê yekê qebûl nake. Lê vana hê jî wisa difikirin ku gelê Kurd bi cemaet, îhale û komkujiyan dê biçewisînin. Hûn kurdî piştî pola 5'an hefteyê 2 saetan wekî dersa hilbijarî didin û ji vê re jî dibêjin wekhevî. Gelê kurd bi vê naxape. Lewma em dibêjin, neavêje Recep neavêje. Çareserî ne di nav lêvên Tayîp de ye çareserî di wicdanê gelan de ye."

'ÇARESERÎ DI WIJDANA GELAN DE YE'

Demîrtaş anî ziman ku, ew ji kelepura berxwedanê gihîştine heta roja îro û wiha dawî bi axaftina xwe anî: "Yê ku bejna xwe bitewîne faşîzme. Faşîzm li hemberî berxwedana vî gelî dê bejna xwe bitewîne. Madem hûn dibêjin Kurd hene, wê demê hûn ji ber zilma 80 salin li ser vî gelî dimeşînin lêborîna xwe bixwazin. Ji bo komkujiyên Şêx Seîd, Seyît Riza, Koçgirî, Zîlan û Roboskiyê divê hûn efûya xwe bixwazin. Kî, kî efû dike? Ev gel li hemberî zilmê 29 caran serî rakir. Hê jî liber xwe dide. Bawer bikin di nav BDP'ê de rant nîne, pere nîne, Şikûr nîne. Lê gelek pêkûtî, cop, gaz heye. Heke çêbibe aştiyek dê aştiyeke birûmet be. Heke tiştên ku we jiyane naxwazin zarokên we jî bijîn werin em dest bidin hev û aştiyeke birûmet pêk bînin. Çareserî ne di nav lêvên Tayîp de ye, di wicdanê gelan de ye."

Piştî axaftina Demîrtaş ji bo mitînga 14'yê Tîrmehê li Amedê bi şîara "Ji bo Ocalan Azadî" dê bê lidar xistin banga tevlîbûnê hat kirin.