Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demîrtaş, piştî serdanên li Colemêrgê çû navçeya Geverê bû. Demîrtaş, helwesta Serokwezîr Erdogan a li hemberî perwerdehiya kurdî rexne kir û anî ziman ku dersa kurdî ya bijarte nayê qebûlkirin û wiha got: "Zimanê zikmakî yê neteweyekî tu carî wekî zimanî bijarte nayê qebûlkirin. Divê dersa hilbijartî bidin Tirkan.”
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demirtaş, li gel parlementerên BDP'ê yê Colemêrgê Adîl Kurt û Esad Canan piştî serdanên li Colemêrgê çû Geverê bûn û Demirtaş û heyeta li gel wî li pira Şakitanê ji aliyê sedan kesan ve hate pêşwazîkirin. Demîrtaş, piştî bi girseyî hate pêşwazîkirin bi karwanek mezin çû Otela Oslo ya li kolana Cengiz Topalê. Demîrtaş, li vir ji aliyê 10 hezaran kesan ve hate pêşwazîkirin.
Demîrtaş li gel 10 hezaran kesan heta Duriyana Girtîgeha Berê meşiya û hîtabî 10 hezaran kesan kir. Girsiya ku Demîrtaş pêşwazî kir, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan alên PKK'ê û KCK’ê, posterên gerîlayên HPG’ê yên ku di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane hatin vekirin. Esnafan li navçeyê yekem car di pêşwazîkirinekê de dikanên xwe negirtin û vekirî hiştin. Esnafên ku dikanên xwe vekirî hiştîn û Demîrtaş pêşwazîkirin qad bi rengên kesk, sor û zer xemilandin. Li gel ku polîsan tedbîrên gelek mezin girtin û gef li welatiyan xwar jî girsê dîsa qad tije kir û tev li pêşwazîkirinê bûn.
'AKP'Ê VÎNA GEL ÎNKAR DIKE'
Demîrtaş, piştî pêşwazîkirinê derket pêşberî 10 hezaran û operasyonên siyasî û leşkerî şermezar kir. Demirtaş, anî ziman ku faşîzma salên 90'an dubare dibe û wiha got. "Hikûmetê û dewletê li Colemêrgê îflas kiriye. Beriya hilbijartinê muzakereyên Oslo û Îmrali dihatin kirin. Ji bo çareseriyê me bi her alî piştgirî da. Lê hikumetê destê xwe li piştgiriya me xist û vîna gel a sindoqan tune hesiband. Hikûmeta AKP'yê firsenda 30 salan ji destê xwe revand. Di serî de mafê Hatip Dicle desteser kir. Mafê hilbijêran binpê kir û parlementera xwe Oya Eronar li şûna Dîcle bi cih kir. Rêbaza AKP'ê 100 sal in didome. Zilm û zordariya li ser gelê kurd didome. Lê AKP wekî zilm tune be BDP’ê wekî alîgirê şer îlan dike. Tecrîda li ser Birêz Ocalan her ku diçe giran dibe. Dixwaze Birêz Ocalan ji gel biqetîne."
'GELÊ TIRK KIRIN DIJMINÊ GELÊ KURD'
Demîrtaş, da zanîn ku AKP di polîtikayên şer de îsrad dike û komkujiya Roboskiyê pêk anî û wiha got: "daraz û çapemeniya tirk gelê tirk kir dijminê kurdan. AKP bi polîtîkayên xwe dayikên 90 salî jî dişîne girtîgehê. Daraz bi xwe bûye amûra îşkenceyê.
'GELÊ KURD QET DERSA BIJARTE QEBÛL NAKE'
Demîrtaş, helwesta Serokwezîr Erdogan a hefteyê 2 saetan dersa bijarte ya kurdî jî rexne kir û wiha got: "Gelê kurd tu carî vê pêşniyarê qebûl nake. Kurd gel û netew e. Ger ku tu dersa bijarte li herêmên rojava bide gelê tirk dibe. Ger ku dê pêkanîna dersa hilbijartî bixin meriyetê bila ji bo gelê tirk têxin meriyetê. Dixwaze bi vê rêbazê polîtîkayên asimilasyonê pêş bixe. Em vê yekê qet qebûl nakin. "
Demirtaş, destnîşan kir ku 90 sal in zimanê zikmakî tê qedexekirin û wiha berdewam kir: "Divê hikûmet bingeha vê yekê ava bike. Divê kurdî wekî zimanê tirkî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê. Divê hemû ders bi zimanê kurdî bên dayîn. Em dibêjin li şûna tu li Kurdistanê leşker û topan bi cih bike, li şuna wan mamoste û doktoran bişîne. Dibistanê kurdî ava bike. "
'GELE KURD NETIRSIYA Û NATIRSE'
Demirtaş, destnîşan kir ku gelê kurd heta niha ji kesî netirsiya ye û dê tu carî ji kesî netirse. Demîrtaş, da zanîn ku her Erdogan diaxive gelê kurd û BDP'ê dike hedefa xwe û got; “Dixwaze BDP li dijî PKK'ê şer bike. Lê gelê kurd tu carî ji we natirse” û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Mazlum Dogan li dijî zilmek dijwar di ber xwe da. Meşaleya berxwedanê bilind kir. Ger ku ne ji vê berxwedanê bûya dê gel îro dernediket qadan. Gelê kurd bi berxwedana xwe li qadan e. Gelê Geverê tu carî serê xwe netewand û tê du carî serêxwe netewîne. "
Demîrtaş; piştre malbata çû sersaxiya malbatên HPG’ê Cengiz Ozek û zarokê Kurd Ozgur Taşar ê ku bi gulleya polîsan hatibû qetilkirin.