Demîrtaş: Hûn yek digirin 10 hezaran tên

Demîrtaş: Hûn yek digirin 10 hezaran tên

Bi 10 hezaran Kurd beşdarî mîtînga Wanê bûn û girtina şaredar û siyasetmedarên BDP'yî şermezar kirin. Di mîtîngê de Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demîrtaş, anî ziman ku îro bi 10 hezaran kurd bûn Bekîr Kaşa û Cuneyt Caniş.

Li Wanê beriya mîtînga ku girtina Şaredarê Wanê Bekîr Kaya û siyasetmedarên kurd şermezar bike dest pê bike bi 10 hezaran kes li kolana Cumhuriyetê kom bûn û wekî lehiyê herikîn qada mîtîngê. Girseya ku di bin siya polîsan de li Kolana Komarê kom bûn, bûn lehî û herikîn qada mîtîngê.

Girseyê girtina Şaredarê Wanê Bekîr Kaya, Endamê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Prz. Cuneyt Canîş, Şaredarê Elbakê yê berê Îhsan Guler, Şaredarê Bêgirê Mehmet Şirin Yildiz, Şaredarê Qelqeliyê Murat Durmaz, Endamê KCD'ê û Serokê BDP'ya berê Derviş Polat, Şaredarê Artemêtê Abdulkerim Sayan, Serokê BDP'a Ebexê Metin Adugit, Serokê berê yê BDP'a Erdîşê Veli Avci û Rêveberê BDP'ê Halîs Çakir şermezar kir.

Bi 10 hezaran kesên li kolanê kom bûn, li benda Hevserokên BDP'ê Selahattin Demirtaş û Gultan Kişanak bi coşek mezin radestiyan. Girseyê posterên mezin ên Kaya û 9 siyasetmedarên kurd vekirin û alên kesk, sor û zer bilind kirin. Girseye bê navber dirûşimên “Bijî Serok Apo”, “Serok Şaredar Bekir" û “Kurdistan bi we serbilind e" berz kirin. Li pazara semtê pankarta “Em hişmendiya ku vîna me tune dihesibîne şermezar dikin, em dixwazin girtî serbest bên berdan." Piştre Girse piştî bi sedan maşîne li Bajaroka Çîçeklî ya Wanê Hevserokên BDP'ê û BDP'yiyan pêşwazî kirin. Heyeta BDP'ê bi karwanek mezin hatin qada mîtîngê û bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin.

‘BAJARÊ KURDISTANÊ YE Û DÊ BAJARÊ KURDISTANÊ BE'

Di destpêka mîtîngê de Seroka BDP'ya Wanê Mihriban Şah, anî ziman ku ji ber şaredaran xizmet daye gel tên tawanbarkirin û ew dê vê xizmetê berdewam bikin. Şah, anî ziman ku gelê kurd li hemberî vê zilmê serî natewîne û dê her tim di ber xwe bide.

Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak jî ji ber ku gelê Wanê li vîna xwe xwedî derket gelê Wanê pîroz kir. Kişanak, anî ziman ku wan Şaredar û 9 kesên din li girtîgehê ziyaret kirine û Şaredar Kaya gotiye "Ev bajarê kurd û Kurdistanê ye û dê her tim bajarê Kurd û Kurdistanê be. Em dixwazin gelê me vê yekê wisa biparêze. Em li vir soz didin Kaya ku em dê bajarê kurdan biparêzin."

Kişanak, anî ziman ku wan berxwedan û têkoşîna xwe ji Mazlum Dogan û berxwedana Amedê fêr bûne û dê vê berxwedanê xurt bikin û wiha got: "Dixwazin gelê kurd perçe bikin û bê rêxistin bihêlin. Me tu carî ji kesên ku neheqiyê li vî welatî û miletî bike me hevî jê nekiriye." Kişanak, da zanîn ku tu carî Serokwezîr Erdogan aştî û çareserî nexwestiye. Ji ber ku dewletê lie Oslo û Îmraliyê hevditin kirin û bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re li hev rûnişt, Birêz Ocalan li ser 3 protokolan nexşerê amade kir. Lê Erdogan ev qebûl nekir. Birêz Ocalan di hemû hevdîtinê xwe de bal kişand ser hewldana aştî û çareseriyê.

YEK BÛ DEH HEZARAN

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Demirtaş jî dema derket ser dikê bi 10 hezaran dirûşmeya "Kurdistan bi te serbilind e" berz kir. Demîrtaş jî anî ziman esil Kurdistan bi we serbilind e. Demirtaş, bang li polîsan jî kir û wiha got: "Vê dîmenê baş bikişînin. Ji kesên ku li dijî şaredar û siyasetmedaran operason pêk anîye re bişînin. Bila zanibin ku 10 hezar bûne Bekir Kaya û Cuneyt Caniş. Bila bêjin em yekî digirin û ew dibin 10 hezar. Herin ji fermandar Erdogan re bêjin yek bû 10 hezaran."

Demirtaş, bal kişand ser nelirêtiya serdema Burhan Yenîgun ê AKP'î û da zanîn ku li şûna Yenîgun bê girtin Bekir Kaya niha li girtîgehê ye. Demîrtaş, da zanîn ku tu hêz nikare vîna ku gel hilbijartiye ji gel biqetîne û dê gel li vîna xwe xwedî derkeve. Demîrtaş, bal kişand ser komkujiya Roboskiyê ku 34 welatî hatin qetilkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "AKP dixwaze ser komkujiyê bigire. Niha jî şaredarên me digirin. Ji ber ku şaredarên me diziyê nakin û xizmetê dikin. dixwazin BDP'ê û gel bînin hemberî hev. Li her qadê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, daxwazên azadî, demokrasî û rawestandina operasyonan qêrîn bilind dibe. Em dê daxwazên gel li her derê bînin ziman.

Bi 10 hezaran girse pişt re ber bi taxa Seyit Fehim Arvasî ve dest bi meşê kirin. Meş didome.