Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan piştî girtina Şaredarê BDP’yî yê Wanê Bekir Kaya çû Wanê û got; “Şaredariya BDP’yî ya Mûşê naxebite.” Lê Şaredariya Mûşê di destê AKP’ê de ye. Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş li ser rûpela xwe ya Twitterê bersiv da Erdogan
Demîrtaş destnîşan kir ku Erdogan di mitînga roja înê li Wanê li dar xist de gotiye “Şaredariya BDP’yî ya Mûşê naxebite” û wiha bersiv da Erdogan; “Serokwezîr gotiye Şaredariya BDP’ê ya Mûşê qet naxebite, rast gotiye. Lê Şaredariya Mûşê ne ya BDP’ê, ya AKP’ê ye. Xwedê van gotinan bi wî dide gotin.”