Mehmet Agar ê ku ji doza Sûsûrlûkê hatiye girtin ragihand ku ew “Rapora Kurd amade dike.” Hevserokê BDP’ê Selattîn Demîrtaş bersiv dav vê yekê got; “Rapora ku Mehmet Agar ji bo pirsgirêka Kurd amade bike, divê tenê ji hevokekê pêk bê û bêje: Ez ji dil û canê xwe lêborînê ji gelê Kurd dixwazim.”.
Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş di hesaba xwe ya Twitterê de got; “Rapora ku Mehmet Agar ji bo pirsgirêka Kurd amade bike, divê tenê ji hevokekê pêk bê û bêje: Ez ji dil û canê xwe lêborînê ji gelê Kurd dixwazim. Yên din çîrok in.”
Li gorî nûçeya rojnameya Radîkalê ya îro, Midûrê Giştî yê Emniyetê û Wezîrê Navxweyî yê berê Mehmet Agar ku ji niha ji doza Sûsûrlûkê girtî ye, gotiye ku ew ê der barê pirsgirêka Kurd de raporek amade dike û pêşkêşê hikûmetê bike.
Hêjayê gotinê ye ku Mehmet Agar yek ji kesên herî zêde nêzîkê Serokwezîra Tirk a berê Tanûs Çîllerê bûn. Di dema desthilatiya wan de bi hezaran siyasetmedar, karsaz, rewşembîr û rojnamevanên Kurd hatin qetilkirin û bi hezaran gundên Kurdan hatin şewitandin. Fermana vê yekê jî ji aliyê Çîller û Agar ve hatibûn dayîn.