Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş di xwarina fitarê ya Şaredariya Pirsusê de axivî û bertek nîşanî gotinên Serokwezîr Erdogan ên têkildarî Suriyeyê de yên "Em dê mudaxele bikin" da û wiha got: "Tu dê li gorî kîjan zagonê biçî mudaxeleyî Sûriyeyê bikî. Tu dê li gorî kîjan peymana navneteweyî mudaxeleyî Sûriyê bikî?" Demîrtaş bal kişand ser tecrîda saleke li ser Ocalan berdewam dike û ji Ocalan re azadî xwest.
Şaredariya Pirsusê li Salona Dawetê ya Avesta xwarina fitarê da. Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Serokê Koma BDP'ê Îdrîs Baluken jî ji bo tevlî bernameyê bibin hatin navçeyê. Demîrtaş û Baluken ji aliyê karwaneke qelebalix ve hatin pêşwazîkirin. Karwan pişt re ber bi Pirsusê ve bi rê ket û polîsan li Bajaroka Elîgorê karwan rawestand. Polîsan nasnameya hemû kesan di kontrola GBT'ê re derbaz kir û wesayît kontrol kirin.
Demîrtaş bertek nîşanî vê yekê da û anî ziman ku, ev yek zagonî nîne û xwest ku polîs destûra lêgerînê nîşan bidin. Li ser vê yekê polîsan belgeya destûrê ya dema wê borî nîşan dan. Demîrtaş ji polîsan re got dema wê derbaz bûye û ya tê kirin zagonî nîne û dê serlêdana sûc bikin. Piştî kontrola nasnameyan karwan bi rê ket. Karwan ji aliyê gelê Elîgor û Pirsusê ve bi tîlîlî, çepik û nîşaneyên serkeftinê hate pêşwazîkirin. Gelek welatî jî tevlî xwarina fitarê bûn. Demîrtaş bi sloganan ket salonê û bi welatiyan re fitara xwe kir.
'ESAD LI TE MÊZE DIKE Û XWE DIBÎNE'
Demîrtaş li vir axivî û anî ziman ku, bi gelê Pirsusê re berxwedana gelê Kobanî, Efrîn û Qamişlo silav dikin. Demîrtaş da zanîn ku, tu dewletên ji welatiyên xwe ditirsin nedîtin û tu waliyê ji gelê Pirsusê ditirse nedîtine û Waliyê Rihayê ji xwarina fitarê gelek tirsiya û wiha got: "Walî niha difikire ku piştî xwarina fitarê dê gelê Pirsusê bibin Kobaniyê." Sînorê di navbera Pirsus û Kobaniyê de vala ye û gelê Kobanî û Pirsusê bi hev re dijî. Kobaniya li pişt min disekine Kurdistane. Cihê ez lê disekînim jî Kurdistan e."
Demîrtaş di axaftina xwe de bang li Serokwezîr Erdogan kir û wiha axivî: "Esad jî ji gelê xwe ditirse. Bi tepisandin û kuştinê dixwaze bêdeng bike. Wekî te. Esad Pirsusê dibîne. Niha dibêje; 'Ya ez dikim tu jî dikî' Esad berê xwe dide te xwe dibîne. Polîtîkayên tu li hemberî kurdan pêk tînî Esad jî li hemberî welatiyên xwe pêk tîne."
'EM AZADIYA OCALAN DIXWAZIN'
Demîrtaş destnîşan kir ku 365 rojin tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin û wiha pê de çû: "Ez dixwazim bêjin ez polîtîkayên bê exlaq û bê wijdan şermezar dikim. Em dixwazin tecrîd bê rakirin û parêzer bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bikin. Em azadiya Birêz Ocalan dixwazin. Bila Birêz Ocalan azad bibe. Pisporê Rojhilata Navîn û kesê biratiya gelan pêk bîne li Îmraliyê dîl tê girtin. Heke hinek aqilê wan hebe dê ramana Birêz Ocalan bipirsin. Heke qasî wî siyasetek baş kiriban û bawerî bi gelê xwe anîban îro nediketin vê rewşê. Heke guhdaban bangên wî Tirkiyeye îro nediket vê rewşê. Ji ber ku Erdogan kete teqan ne pêş dikeve ne jî paşve tê."
'LI GORÎ KÎJAN ZAGONÊ TU DÊ MUDAXELEYÊ BIKÎ'
Demîrtaş destnîşan kir ku, kurdên Sûriyeyê bêyî xwîn û pevçûnan şoreşa xwe pêk anîn û gotinên Erdogan ên "Em dê mudaxeleyê li wir bikin. Ew der tura terorîstane em dê belav bikin" bi bîr xist û wiha axivî: "Tu dê li gorî kîjan zagonê bicî mudaxeleyê li wir bikî. Tu dê li gorî kîjan peymana navneteweyî mudaxeleyê li wir bikî".
Demîrtaş diyar kir ku, gotinên Serokwezîr Erdogan li dijî zagonan in û wiha axaftian xwe berdewam kir: "Ji ber ku gel desthilatdariya xwe ava dike mafê mudaxeleya welatekî din tuneye. Derdê Serokwezîr PYD û PKK nîne em dizanin. Serokwezîr bi awayeke elenî dijminahiya kurdan dike. Nijadperestiyê dike. Derdê wî PKK nîne. Tehemulê nîşanî tu serkeftinên kurdan nade."
Demîrtaş anî ziman ku, Serokwezîr Erdogan ji kurdên li Tirkiyeyê dijîn re tîpekê zêde dibîne û wiha pê de çû: "Tîpa W ji kurdên li Tirkiyeyê dijîn re qedexe dikin. Kurdên li Sûriyeyê terorîst îlan dike û dixwaze mafên wan ên azadiyê tê bike. Ev yek dijminahiya kurdane. PKK û PYD'ê hincet nîşan dide. Li Sûriyeyê konseya ji 15 partiyên siyasî pêk tê kurdan rêve dibe."