Demîrtaş: Pêwîst e em bi ser zilmê de biçin
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku divê bisebir û berxwedêr bin, got: “Pêwîst e em bi ser zilmê de bimeşin. Ti vebijêrkek me yê din nîne.”
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku divê bisebir û berxwedêr bin, got: “Pêwîst e em bi ser zilmê de bimeşin. Ti vebijêrkek me yê din nîne.”
Tevî qedexe û astengiyên Walîtiya Amedê jî bi hezaran welatiyên tevlî mîtînga “Li dijî derbeyê berxwedana demokratîk” bûn, peyama “dest îradeya min nede” dan. Di mîtîngê de Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş axivî, destnîşan kir ku demek nêz wê li Rojhilata Navîn şikestinên mezin çêbibin, got: “Gel êdî fêr bûn ku bi statukoya tê ferzkirin re nejîn. Bi dijmindîtina hin gelên din ve ti kes bi hizûr nabe. Ji bo xurtkirina nîjadperestiya Tirk, dijminantiya Kurdan xurt dike. Pêwîst e em bi ser zilmê de biçin. Ti vebijêrkên me yên din nîne. Gelê Amedê, em dest bidin hev, kêmahiyên xwe temam bikin û bimeşin.”
Mîtînga “Li dijî derbeyê berxwedana demokratîk” a ku Walîtiya Amedê bi hinceta “ewlehiyê” li Qada Stasyonê qedexe kiribû, bi tevlîbûna hezaran kesî ve li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajêr hate lidarxistin. Li qada mîtîngê ku li dijî qetlîam û siyaseta “derbeyê” hêrsek mezin hebû, bi sirûda “Çerxa Şoreşê” rêz hate girtin. Di mîtînga ku bi taybet jin lê zêde bûn, pankarta dayikekê ya bi destnivîsa xwe “Em Serokkomarekî zalim û mezûnê lîseyê naxwazin” rastî eleqeyek mezin hat. Hevserokên Giştî yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê KCD’ê Hatîp Dîcle û Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Koçyîgît, parlamenterên HDP’ê tevlî mîtîngê bûn. Piştî silavkirinan, axaftin hatin kirin. Destpêkê Cîgirê Hevserokê DBP’ê Demîr Çelîk axivî, bal kişand ku 40 sal in gelê Kurd astengiyan bi berxwedanê derbas dikin. Çelîk diyar kir ku berxwedana gelê Kurd ji bo tevahî gelan hêvî ye, got: “Me demên xwe yên tarî di dilê xwe de heps kirine. Em ê ber bi ronahî û azadiyê birevin, bila dilê we rehet be.”
MECLÎS NE MALÊ BAVÊ WE YE
Piştre Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Koçyîgît got, “Îro, gelekî ku ji bo her tiştî berdel daye û me, HDP, HDK û DBP’e ava kiriye heye” û behsa provakasyonên hikûmeta AKP’ê ya li ser gelê Kurd kir, li beramberî vê jî hişyariya gel vegot. Koçyîgît bi bîr xist ku tevahî provakasyon bi berxwedana gel ve vala hatine derxistin û gel nûnerên xwe şandine Meclîsê, got: “Îro hewl didin ji wê meclîsa ku me bi xwîna xwe, canê xwe bi dest xistiye, me dûr bixin. Meclîs ne malê bavê we ye. Meclîs, keda jinan, bindestan e. Çiqasî dixwazin hêrsdariyê zêde bikin bila bikin, em ê têkoşîna xwe ya demokrasî û aştiyê ji niha û şûn de jî bêdudilî bidomînin. Hêza gelê berxwedêr wê zilmê têk bibe.”
DÎCLE: DÎKTATOR ŞER FERZ DIKIN
Hevserokê KCD Hatîp Dîcle jî bi bîr xist ku li di 5’ê Hezîrana 2015’an de li Amedê di mîtîngê de hewldana qetlîamekê kirin, kesên ku di êrîşa bombeyî de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî. Dîcle diyar kir ku meha Remezanê meha li hev hatinê ye û wiha axivî: “Lê werin bibînin ku dîtatorên ku îslam ji devê wan dernakevin şer dimeşînin. Çi leşker, polîs, ciwan kî dibe bila bibe dînamîkên welat diçin. Li vî welatî dîktator ji xwînê têr nabin. Dîcle, Mûtabaqata Dolmabahçeyê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê de daxwaza demokrasiyê dike û di heman peyamê de jî daxwaza rûniştina li ser mase jî dike bi bîr xist. Dîcle wiha berdewamî da axaftinên xwe: “Hemû hewldan û daxwazên aştiyê ji nedîtî ve hatin û şer dan destpêkirin. Dîrok şahid e ku ji aliyê Kurdan ve ti pirsgirêk derneketin. Niha em gelekî ku mazlûm in û serkeftina me li ber derî ye. Dixwazin di qada demokrasiyê de wek salên 90’î em ji meclîsê derxistin niha jî hevriyên me bixînin hepsê. Ev ne çareserî ye, eger bibûya min îro siyaset nedikir. Em wan bi tenê nahêlin û bi berxwedanê em ê bi ser kevin.”
Selahattîn Demîrtaş ê ku ji ser Mêrdînê re hate bajêr, gel eleqeyekî mezin nîşan wî da û ew pêşwazî kirin. Demîrtaş, têkildarî hikûmeta AKP’ê û Serokkomarê Tirk Erdogan û êrîşên li hember gelê Kurd û derdorên demokratîk nirxandinên girîng kir. Hinek ji bendên axaftinên Demîrtaş wiha ne:
“Wisa nêzîk dibe ku tu dibêje qey siyaseta demokratîk wan dane me. Me ev enî bi berdêlan qezenç kiriye. Bi fedekariya ciwanên ku li herêmên hilbijartinê qezenç kiriye. Buroyên hilbijartinê û avahiyên partiyên me hatin bombekirin. Di 5’ê Hezîranê de di mîtînga me de bombe hate teqandin. Dema ku me xebatên hilbijartinê kirin, me ti derfetên dewletê bi kar nanîn. Li vir bi derfetên qeymeqam û waliyan, xebatên hilbijartinê bi rê ve birin. Ji bo ku me di bin benda hilbijartinê de bihêlin çi ji destê wan hatin kirin. Gelê me li cem me bû ku em hatin meclîsê. Li gorî hesabên Qesrê û diravên ku mezaxtî diviya bû ku em di bin bendê de bimana. Zilm mezin kirin. Ji bo ku em mîtîngan li dar nexînin Qesrê sond xwariye. Gotin; ‘Dernakevin qadan’. Lê, encam diyar e, li ber çavan e. Wisa dihesibînin ku wê HDP’ê bê hêz bikin.
Wisa dihesibînin ku li pêşiya walîtiyê mîtîngê li dar bixin û rê nedin HDP’ê ku mîtîngê pêk bînin, li Amedê her kesek bûye AKP’î. Yekane hêza ku di destê me de gelê me ye. Divê girêdana me ya bi hev ve û tifaqiya me qut nebe. Ew ên ku hemû hêza ku di dest xwe de dixin meriyetê û dibêjin; “Em rê nadin ku HDP’î dakevin qadan’ hûn nikarin agirê HDP’ê yê di bedena wan de vemirînin. Yên ku li ser darbesta ciwanan xanedantiya xwe ava dikin, didomînin, xwe dixapînin.
Duayên me, sekna me û berxwedana me wê her demê ji bo aştiyê be. Doza me ya aştiyê ne dozeke ku bîatkirina Qesrê ye. Parastina namûs û şerefa her mirovekî, erka siyasetemedaran e. Ji bo ronîkirin, pêşeroj rêya tekane em in. Yên ku ti tiştî fêm nekin em vê teslîm nakin. Dibêjin; ‘Destlênedayînê em ê rakin û têxin hepsan’, ti kes li qisûrê mêze neke. Dibe ku tirs û fikarên wan hebin, ji ber ku doza wan wisa nîne ku di oxira wê de bikevin hepsan.
Li gel wan dizî, derew û nelirêtî hene. Yên ku li derdorî wan ji bilî kesên li pey rantê dibezin, ti kesên din nîne. Di bin dîktatoriyê de, ji derveyî serokatiyê, tiştekî din napeyivin. Ma ev dikarin Destûrekî Bingehîn a azadwarî derxînin? Weke Tirkiyeyê kêm welat hene. Di warê erdnîgarî û pir çandiyê de, lê dizivirî li Enqereyê temaşe dikî, heyf. Bûne Wezîr, bûne serok, 1 TL bibînin ji bo dizînê efû nakin, wê bidizin. Di hesabên wan de bi milyonan dolar hene. Heyfa ciwanên vî welatî. Li Enqereyê, mixabin cihê gotûbêjê nemaye. Dest avêtine hûcreya herî biçûk a dewletê. 50 walîtî di şevekê de guherin. Ji ber ku bîatî wan nekirin. Ma dewletekî bi vî awayî dibe? Dewlet malê her kesî ye, lê eger ti bikî malê yek kesî, ti kes rêz nade vê dewletê.
Em ne ji bo destkeftiyan ketine nava siyasetê. Ji bo xizmeta gel û demokrasiyê ketine siyasetê. Me negotiye şaşîtiyên vê partiyê nîne, kêmasî nîne, lê bi cesareteke mezin em neçarin raxin ser mase. Xwedîderketina li azadiyê wiha ye. Bi gavên saxlem û qayîm meşîn pêwîst e. Me şaşîtiyên xwe ji gel re gotin û rexneyan wan jî girtin. Partiya me malê xweser a gel e.
Em neçarin bi sebir û berxwedanê bimeşin. Aqilê li Enqereyê ji aqilbûnê derketiye. Heta stûyê xwe em di nav hezê de asê mane. Di cîhanê de dostekî tenê jî yê Tirkiyeyê maye? Li gel hiqûqê, bi têkiliyan re ji xwe aciz bûne. Di demên nêzîk de wê li Rojhilata Navîn şikestinên mezin pêk bên. Nîşandayîna gelekî weke dijmin ti hizûrê ava nake. Dixwazin nijadpereziya Tirkiyeyê bi hêz bikin, ber bi dijminahiya Kurdan ve dehf didin.
Ji derveyî HDP’ê hêviya ku vî welatî rizgar bike nîne. Bila gelê Amedê vê baş bizanin ku em deyndarê wan ê mîtîngekî mezin in. Em neçarin bi ser zilmê de biçin. Ji derveyî vê ti rêyên me nîne. Gelê Amedê dest bidin destên hev, kêmaniyên xwe temam bikin û em bimeşim.”
Piştî axaftinan girse bi dirûşmeyan ve belav bû.