Demîrtaş: Ji ber vê ferasetê mirin çêdibin

Demîrtaş ê di vekirina avahiya xizmetê ya Şaredariya Yenîşehîrê de axivî, li hemberî gotinên Erdogan ên ‘Heta qiyametê wê ev mirin bidomin’ nerazîbûn nîşan da.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş li Amedê axivî û têkîldarî çalakiya li dijî wesayîta leşkerî ya li Stenbolê li hemberî gotinên Serokomar Tayyîp Erdogan ê "Heta qiyametê wê ev mirin çêbibin" nerazîbûn nîşan da. Demîrtaş ê nirxandina "Ji ber vê ferasetê mirin diqewimin" kir bang li partiyên ku di meclîsê de komên wan hene jî kir û xwest ji bo rawestandina xwînê bên cem hev.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sabahat Tuncel beşdarî merasîma vekirinê ya avahiya xizmetê la Şaredariya Yenîşehîrê ya Amedê bûn. Ji bilî hevserokan Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli û Gultan Kişanak û Hevşaredarên Yenîşehîrê û gelek welatî beşdar bûn.

Hevşaredara Yenîşehîrê Ulku Baştan axivî û diyar kir ku ev avahiya xizmetê ne tenê avahiya şaredariyê ye mala gel e. Hevşaredarê Yenîşehîrê Selîm Kurbanoglu jî bi lêv kir ên ku rêveberiyên herêmî saz bikin ew ê di vî warî de xizmeta herî baş bidin gel.

Piştre jî Hevşaredara Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak axivî û diyar kir şaredarî cihê xebatê yên gel e, Şaredariya Yenîşehîrê wê bi performanseke mezintir xebatên xwe yên di avahiya nû de bidomîne.

Di vekirinê de Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel bal kişand ser rola rêveberiyên herêmî ya di nava demokrasiyê de û wiha got: "Em bi perspektifa azadiya jinê, xebatên demokratik dimeşînin. Şaredariyên me xebatên demokrasiyê dimeşînin. Zêdeyî 20 hevşaredarên me girtî ne. Bajar tenê ji avahiyan pêk nayê. Karê me em demokrasiyê pêş bixin. Ji ber ku em xebatên demokrasiyê dimeşînin û qadê ji yên din re teng dikin em dibin hedef.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş jî li ser polîtîkayên şer ên AKP'ê û teqîna Stenbolê axivî:

"Xwezî em di nava vê erdnîgariya xwe de bi awayekî ewle û aram bibûna. Em ê îro yek jî van saziyan vekin. Lê dema em vêkirina vê dikin, ji her derê welat cenaze tên. Şidet ji hêla ti kesî ve meqûl nayê dîtin. Dema siyaseta demokratîk peywîra xwe bîne cih, wê hikûmet tenê bi dayreya dewletê re sînor bimîne, wê demê şidet wê zêde be.

Serokomar der barê teqîna li Stenbolê de diyar dike ku wê 'heta qiyametê wiha be.' Heke îro bombe diteqin û mirov jiyana xwe ji dest didin sedema vê yekê ev hişmendî ye. Mirin emrê Xwedê ye, lê berpirsyariya vê yekê siyaseta tê kirin e. Ne heta qiyametê. Ev ne qedera me ye. Divê aştî sibehê pêk bê. Divê heta qiyametê şer dewam neke. Divê em welatê xwe ji şer nedin hîmkirin. Li welatekî cuda serokwezîr û serokomarek dema bêje 'wê heta qiyametê şer bidome' wê ji bo îfadeyê bangî wî bê kirin.

Dest, mil, rû û heta qirika xwe di nava xwînê de ye, bi girtina rojnameger û akademîsyenên ku aştiyê dixwazin wê heta qiyametê şer berdewam bike? Ev şer wê heta qiyametê berdewam neke. Divê her kesê li vî welatî aştiyê dixwazin, mil bidin hev û li dijî vê hişmendiya ku dema xwînê dibîne xwîn tê rûyê wî têbikoşe. Wê Qesr hilweşin. Ew roja ku ew biçe wê aştî bê vî welatî.

Kesê li hembarî aştiyê serokomar e. Ji aştiyê re tehmûla wî tune. Dema cenaze nebin tevata wî nayê. Dema xwîn nerije wê mirov pirsan bipirsin. Dema xwîn nerije wê diz û nerêlitî derkeve holê. Divê her roj cenaze bên ku nelêrêti neyên rojevê. Ji bo vê dixwazin xwîn birije. Kesên ji vê yekê re nerazîbûn didin nîşan gunhê wan giran e.

Ger ku heta qiyametê em ê hev bikujin, ger ku wê li Cizîr, Nisêbîn, Sûrê şer bidome û xerakirin wê bidome, wê demê tu çima di wê koltukê de rûniştiyî? Qanûna Esasî erka aştiyê daye te. Divê tu aştiyê pêk bînî. Lê em dibînin ruyê te di nava xwînê de maye. Yê şer rawestîne tu yî, ne Besê Hozat û Cemîl Bayik e. Yê li miqamê çareseriyê rûniştiye îxtîdar e. Em dikarin bêjin çima PKK ranawestîne? Li aliyekî tu dibêjî rêxistina terorê, li aliyê din tu wan muxatab nagirî. Tu her tiştî dixî situyê PKK'ê.

Berpirsiyarê xwînrijandinê hikûmet e. Yê ket hilbijartinê ne PKK bû. Yê qanûnê rast bike ne PKK ye. Berpirsiyarê şer û hemû tiştî desthilatdarî û AKP ye. Yê hesabê vî şerî û vê wêrankirinê bide jî dîsa hikûmet e. Karê me em hesab ji we bipirsin. Dema bi Ocalan re hevdîtin dihat kirin rûyê her kesî bi ken bû. Em dipirsin, aştiyê serkeftin anî an şerê niha serkeftin anî? Bajar wêran bûn. Cizîr, Silopiya, Nisêbîn û Sûr wêran bûn.

Em wekî HDP'ê wê hesabê vê yekê ji we desthilatdariyê bipirsin. Em ê heta dawî ji bo aştiyê têbikoşin.”

Piştî axaftinan, avahiya nû ya xizmetê li gel çepikan hate vekirin.