Demîrtaş: Bi fermana Serokwezîr îşkenceyê li cenazeyan dikin

Selahattin Demirtaş: Tam 5 roj in di bin germa 50 pile de 13 cenazeyên YPG/YPJ û HPG’yiyan bi fermana we li Deriyê Sînor ê Xabûrê tê rawestandin. 5 roj in ji ber fermana we ger gotin li cih be heqaret, îşkence li 13 cenazeyan tên kirin.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş got: “Ez dixwazim ji Serokwezîr vê pirs bikim, 5 roj in di bin germa 50 pile de 13 cenazeyên YPG/YPJ û HPG’yiyan bi fermana we li Deriyê Sînor ê Xabûrê tê rawestandin. Van zarokan di şerê li hemberî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dane û welatiyên Komara Tirkiyeyê ne. Dayik û bavên wan 5 roj in cenazeyan di kaseya TIR’ê de digirin, ji bo bigirin Tirkiyeyê disekinin. Gotin di cih de be 5 roj in bi fermana we heqaret û îşkence li 13 cenazeyan tê kirin. Ma ev e operasyona we ya aramiyê? Rast e zarokên me dimirin, êşan dikişînin. Hemû êşan di dilê xwe de hîs dikin. Lê ez hêvî dikim ku we qasî ku îşkence û heqaretê bi cenazeyan bikin wijdana xwe winda nekiribe.”

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş li Stenbolê bi komeke rojnamevan û nûnerên rêxistinên civala sivîl re hat gel hev. Demîrtaş, beriya civîna li Elît World Otel a li Taksîmê bersiv da pirsên rojnamevanan ên têkildarî rojevê. Rojnamevanan ku têkildarî operasyonên didomin pirs ji Demîrtaş ê kirin, Demîrtaş di destpêka axaftina xwe de têkildarî 13 cenazeyên şervanên YPG/YPJ û gerîlayên HPG’ê ku bi fermana Serokwezîr nadin malbatan nerazîbûn nîşan da. Demîrtaş bal kişand ku 13 kesên jiyana xwe ji dest dane welatiyên Tirkiyeyê ne û li hember çeteyan şer kirine. Demîrtaş got, “Ez dixwazim ji Serokwezîr vê pirs bikim, 5 roj in di bin germa 50 pile de 13 cenazeyên YPG/YPJ û HPG’yiyan bi fermana we li Deriyê Sînor ê Xabûrê tê rawestandin. Van zarokan di şerê li hemberî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dane û welatiyên Komara Tirkiyeyê ne. Dayik û bavên wan 5 roj in cenazeyan di kaseya TIR’ê de digirin, ji bo bigirin Tirkiyeyê disekinin. Gotin di cih de be 5 roj in bi fermana we heqaret û îşkence li 13 cenazeyan tê kirin. Ma ev e operasyona we ya aramiyê? Rast e zarokên me dimirin, êşan dikişînin. Hemû êşan di dilê xwe de hîs dikin. Lê ez hêvî dikim ku we qasî ku îşkence û heqaretê bi cenazeyan bikin wijdana xwe winda nekiribe.”

‘EM Ê DESTÛRÊ NEDIN MIRINAN’

Demîrtaş anî ziman li hemberî helwesta Hikûmetê ya “Em ê heya dawiyê şer bidomînin” helwesta HDP’ê jî pir aşkera ye. Demîrtaş got, “Em ê li vî welatî şer bi we nedin kirin. Ji bo saltanat û desthilatdariya we em ê destûr nedin mirina zarokên xwe.”