Serokê Giştî ya OSP'ê Sînan Çîftçî diyar kir ku serokwezîr bi stratejiya îstîhdamê dixwaze pişavtina di navbera Enqere-Amedê pêş bixe. Nivîskar Temel Demîrer jî anî ziman ku stratejiya îstîhdamê ya AKP'ê ji aliyê aboriyê ve dixwaze Kurdistanê dagir bike.
Partiya Sosyalîst û Azadiyê (OSP), li Salona Civîna Çetîn Emeç ya Şaredariya Mezin ya Dîlokê panelekî bi navê "Ji stratejiya îstîhdamê ya neteweyî re na" li dar xist. Di panelê de nivîskar Temel Demîrer û Serokê Giştî ya OSP'ê Sînan Çîftçî wekî panelîst beşdarî bûn. Serokê Giştî ya OSP'ê Sînan Çîftçî di destpêka axaftina xwe de bertek nîşanî girtin û binçavkirinên li hemberi siyasetmedarên kurd pêk tên, da û diyar kir ku hikumet her roj zagonekî derdixînê û bi vê yekê dixwaze karkeran bitepisîne.
Çîftçî da zanîn ku du lingên stratejiya îstîhdama neteweyî heye û destnîşan kir lingekî wê li ser gelê kurd tê meşandin, lingê din jî li ser çîna karkeran tê meşandin. Çîftçî derbirî ku Serokwezîr Erdogan bi stratejiya îstîhdama neteweyî dixwaze pişaftina di navbera Enqere-Amedê pêş bixe û wiha got: "Li rojhilata navîn serhildanekî gerdûnî dest pê kiriye û pêşengiya vê serhildanê tevgera demokratîk a neteweya kurd dike."
'AKP DIKE KOLE'
Nivîskar Temel Demîrer jî diyar kir ku piştî serokwezîr behsa 'pêşîlêvekirina kurd' kir, Komkujiya Roboskiyê pêk hat û wiha axivî: "Gotin, li welat jin azad dibin, kurtajê qedexe kirin. Gotin zanîngehan kursuyên azadin, zêdetirî 700 xwendekar hatin girtin. Niha jî dibêjin em dê bibin Çîn, bi vê dixwazin Tirkiye bînin sînora xizaniyê ya teqez. Tirkiye di kuştinên kar de li cîhanê di rêza 3'emîn digire û di bêsendîkabûnkirinê de şampiyonê cîhanê ye. Ez tev li gotinên Erdogan dibim, dibêje 'Aboriya me başe', lê 2 Tirkiye hene. Yek Tirkiyeya dewlemendan ya din jî Tirkiyeya xîzanan. Stratejiya îstîhdama neteweyî ya AKP'ê, manîfestoya AKP'ê ya kolekirina Kurdistanê ye. AKP bi vê stratejiyê dixwaze Kurdistanê ji aliyê aboriyê ve dagir bike."