Demîrel: Topên hawanê niha diavêjin malên li Taxa Dag

Parlamentera HDP'ê Demîrel a 4 roj in li Dêrikê ye got, "Malên li derdora Dibistana Seretayî ya Ataturk a li Taxa Dag, bi topên hawanê tên bombekirin. Li hundirê malan mirov hene û jiyana wan ne ewle ye."

Li navçeya Mêrdîn Dêrikê, qedexeya derketina derve di roja 8. de dewam dike. Hêzên taybet ên Qesrê, êrîşên xwe yên li dijî gel zêde kirin.

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Çaglar Demîrel a 4 roj in li navçeyê ye diyar kir, ku malên li derdora Dibistana Seretayî ya Ataturk a li Taxa Dag, bi topên hawanê tên bombekirin.

Demîrel got, "Êrîşa bi hawanan hînê dewam dike. Lil hundirê wan malan mirov hene û bi ti awayî jiyana wan ne ewle ye." Demîrel da xuyakirin ku duh jî ji taxan bombe li taxan hatin barandin.

'LI DÊRIKÊ HÊZEKE DAGIRKER HEYE'

Demîrel diyar kir ku ev 4 roj in ew bi xwe dibîne êrîşeke mezin li hemberî gel tê kirin û got, "Weke parlamenter, em jî hedef girtin. Tevî ku dizanin em parlamenterin jî bombeyên gazê li me barandin. Ev yek provaya komkujiyê ye."

Demîrel got, "Li Dêrikê hêzeke dagirker heye" û ji bo bûyerên 8 roj in diqewimin got, "Li holê Dêrikeke hatiye dagirkirin heye."

'HÊZÊN XWE YÊN DAGIRKER VEKIŞÎNIN'

Demîrel da zanîn ku bi ti awayî ew nikarin bi rayedaran re têkiliyê deynin û got, "Divê dewlet van pêkanînên xwe yên bi rojane li dijî gel dike, rave bike. Ev yek şerekî navxweyî ye, darbe ye. Eger bombe li gel tê barandin, top tê barandin, îşkence li mirovan tê kirin, mirov nikarin li hundirê malên xwe jî bijîn, ev yek dagirkerî û darbe ye. Li şûna ku daxwazên gel bibînin, şer sor dikin. Bang li AKP û dewletê dikim; hêzên xwe yên dagirker vekişînin û li daxwazên gel guhdarî bikin."