Mehmet Demîrel ê ku li Sûrê bi guleya polîsan hat qetilkirin û ji ber dorpêça polîsan cenazeyê wî rojek li taxê ma, ji aliyê heyetê cenazeyê wî ji taxê hatibû wergirtin. Piştî ku otopsiya cenazeyê Demîrel li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gezî Yaşar a Amedê hat kirin, li Goristana Yenîkoyê piştî wecîbeyên olî ji bo cenazeye wî li goristana ku li Taxa Ferîtkoşka Yenîşehîrê ye bê definkirin bi kerwanekî derxistin rê.
Di merasîmê de MEYADER, rêveber û parlementerên DBP û HDP’ê jî amede bûn. Dirûşmeyên “Bijî berxwedana Sûrê” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin û posterên Demîrel hatin hilgirtin. Cenazeyê Demirel anîn Fîskayayê, bi tîlîliyan hat pêşwazîkirin. Hevalên Demîrel darbesta wî danîn ser milên xwe û anîn Goristana Ferîtkoşkê ya ku li qeraxa Çemê Dîcleyê ye. Cenazeye Demîrel ji aliyê xizmên wî û bi zêmarên we tîlîliyan hat definkirin.
DAYİKA DEMÎREL AXÊ MAÇÎ KİR
Dayika Demîrel, li ser gora kurê xwe lorand û got “Mehmet kurê min tu bûyî şehîd. Xwezî ez di cihê te de bûma. Ez li serê çiyan gerîla bûma û şehîd bûma. Gula ku barandin lingê te bila berdana min.” Dayika Demîrel pişt re jî çengek ax xist desê xwe û maçî kir.
‘EW Ê NİKARİBİN BERXWEDANA GEL BİŞKÎNİN’
Hevserokê DBP’a Amedê Alî Şîmşek jî wiha got: “Dewlet li Kurdistanê qetlîaman pêk tîne. Lê wê nikaribin berxwedana gelê kurd bişkînin.”
Ji bo Demîrel wê li Mala Sersaxiyê ya Fîskayayê şîn were danîn.
...