Demîrel: Gelê Farqînê tê gulebarankirin lê li ber xwe dide!
Parlamentera HDP’ê Demîrel a li Farqînê ye, diyar kir ku dewlet gel dike hedef û banga hişyariyê li raya giştî kir.
Parlamentera HDP’ê Demîrel a li Farqînê ye, diyar kir ku dewlet gel dike hedef û banga hişyariyê li raya giştî kir.
Parlamentera HDP’ê Demîrel a li Farqînê ye, diyar kir ku dewlet gel dike hedef û banga hişyariyê li raya giştî kir.
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Çaglar Demîrel, der barê terora dewletê ya li Farqînê agahî da ANF’ê.
Demîrel got: “Em niha li Farqînê ne. Li 3 taxan qedexeya kolanan didome. Me xwest em bikevin taxan, lê em bi bombeyên gazê û gulebaranê re rû bi bû man. Hejmarek zêde wesayîtên zirxî hatin Farqînê. Nehiştin ku em li qadên din jî kom bibin.”
'GELÊ FARQÎNÊ LI SER PIYAN E'
Demîrel diyar kir ku bi Qeymeqam re axivîne û wiha berdewam kir: “Di axaftina me de, me got serî li pêkanînên bê maf û derveyî hiqûqê didin. Me ragihand ku îşkenceyan li gel dikin.”
Demîrel destnîşan kir ku li navçeyê terora dewletê didome û sekvan êrîşî gel dikin, der barê berxwedanê jî ev gotin: “Berxwedana gel di merheleyek pir baş de ye. Çiqasî bidome bila bidome, gel tê gulebarankirin jî dîsa li ber xwe dide. Ez dikarim bi hêsanî bibêjim, gelê Farqînê li ser piyan e.”
'BILA DENG BIDIN FARQÎNÊ!'
Parlamentera HDP’ê Çaglar Demîrel wiha bang li raya giştî kir: “Em dixwazin raya giştî xwedî li Farqînê derkeve, berxwedana gel a li vir bibînin. Pêwîst e gelê Farqînê tenê nemîne, divê her kes bibe şirîkê êşên wê. Bila tevahî bajarên Kurdistan û Tirkiye deng bidin Farqînê. Em berxwedana gelan silav dikin û em bawer in wê ev hişyarî jî bidome.”