DEM-GENÇ'ê kongreya xwe taloq kir
DEM-GENÇ'ê, 1. Kongreya Asayî ku wê sibe li Amedê lidar bixisita, ji ber qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî betal kir.
DEM-GENÇ'ê, 1. Kongreya Asayî ku wê sibe li Amedê lidar bixisita, ji ber qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî betal kir.
Federasyona Ciwanên Demokratîk (DEM-GENÇ), 1. Kongreya Asayî ku wê sibe li Amedê lidar bixisita, ji ber qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî betal kir.
Endamên DEM-GENÇ'ê Cuneyt Aslan û Hatîce Çelîk tevlî civîna li avahiya DBP'ê hatiye lidarxistin bûn. Endamê DEM-GENÇ'ê Cuneyt Aslan diyar kir ku gelê kurd di pêvajoyek girîng de derbas dibin û got: "Di vê pêvajoyê de êrîşên AKP'ê li ser gelê me gihîştine asta herî jor. Di van êrîşan de gelek hevalên me şehîd bûne. Lê weke di dîrokê de wê gelê kurd cardin li ber xwe bide. Me xwest di vê pêvajoyê de ciwanan bi rêxistin bikin, ji ber vê jî me biryara kongreyê da."
Aslan anî ziman ku ji ber êrîşa li hemberî Tahir Elçî ew ê kongreyê taloq bikin û dîroka pêkanîna kongreyê ne diyar e. Aslan destnîşan kir ku êrîşa li hemberî Tahir Elçî li hemberî gelê kurd e wiha pêde çû: "Êrîşa li hember Elçî sûîqast e. Ev sûîqast li hember hemû hêzên demokratîk e."
Aslan anî ziman ku wê sibe bi hemû delegeyên xwe re tevlî merasîma cenazeyê Tahîr Elçî bibin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em hemû ciwanên kurd li hemberî van êrîşan vedixwînin bilindkirina berxewdanê."