Rêxistina BDP'ê ya Şirnexê, diyar kir ku ew dê bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, komkujiya Roboskiyê û operasyonên siyasî yên Wanê di 16 hezîranê de çalakiyan li dar bixe.
Serokê Rêxistina BDP'ê ya Şirnexê Bakî Katar, li avahiya BDP'ê ya Cizîrê civîna çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku ew ê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, komkujiya Roboskiyê û operasyonên siyasî li Wanê şermezar bikin.
Katar, anî ziman ku ew bang li hemû gelê Şirnex, Cizîr, Silopî, Qilaban û Hezexê dikin ku li ber avahiyên BDP'ê bên cem hev û wiha got: "Gelê me her tim xwedî li nirxên xwe derket. Dê di 16'ê hezarînê de jî vê yekê careke din nîşan bide. Em li benda hemû gelê Botanê ne di vê mijarê de bihestiyar bin."