Dê ji Wanê bi hezaran kes bi herikin Amedê

Dê ji Wanê bi hezaran kes bi herikin Amedê

Seroka Rêxistina BDP’ê ya Wanê Mîhrîban Şah ji bo mitînga di pêşengiya KCD û BDP’ê de ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 14’ê tirmehê de li Amedê dê pêk bê banga tevlîbûnê kir. Şah, diyar kir ku ew dê bi boneya tecrîd bi dawî bibe û li hemberî şer ji bo aşîtiyek mayînde pêk bê, dê bi hezaran gelê Wanê tevlî mitînga dîrokî bibin.

Seroka Rêxistina BDP’ê ya Wanê Mîhrîban Şah ji bo mitînga di pêşengiya KCD û BDP’ê de ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 14’ê tirmehê de li Amedê pêk bê banga tevlîbûnê kir. Şah, diyar kir ku ew dê bi boneya tecrîd bi dawî bibe û li hemberî şer ji bo aşîtiyek mayînde pêk bê, dê bi hezaran gelê Wanê tevlî mitînga dîrokî bibin. Şah, anî ziman ku ji sala 1999'an heta niha Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Îmraliyê ji bo aştiyekî mayînde kedê dide lê ev yek ji aliyê hikûmetê ve vala hate derxistin. Şah, da zanîn ku hikûmeta AKP'ê bi projeya "pêşîlêvekirina demokratîk" a ku 3 caran navê wê hate guherîn, dibe sedema mirin. Şah, bilêv kir kj minak vê yekê komkujiya Roboskiyê nîşan da.

LI WANÊ JÎ SEFERBERIYA 14’Ê TIRMEHÊ

Şah, destnîşan kir ku hikûmeta AKP’ê stratejiya xwe li hemberî serkeftina kurdan ya hilbijartinên sala 2009’an pêk hat, da destpêkirin. Şah, gelê Wanê dê bi hêz tevlî mitînga dîrokî ya li Amedê pêk tê bide û wiha got: "Ev mitîngek pir girînge. Bi tevlî beşdarbûna me pêwîste herî kêm ji milyonek bêtir mirov tevlî bibin. Me hejmara Wanê diyar nekir. Lê em dê li gorî derfetên xwe tiştê ji destê me bê em ê bikin. Pêwîste gelê me yê Wanê, bi tevlîbûna herî xurt xwe ji bo mitîngê amade bike û beşdariya pêk bîne." Şah, diyar kir ku ji îro pê ve dê li hemû taxên Wanê û li navçeyên wê dest bi xebata banga tevlîbûna mitîngê bikin.