Nûçeya Lezgîn: ‘Ji bo gelê Kurd wê li NY’ê statuya neteweya çavdêr were xwestin’

DBP wê bi hevserokên heyî rêwîtiya xwe dewam bike

DBP wê ji bo dema nû jî bi hevserokên heyî Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir rêwîtiya xwe dewam bike.

HEVDÎTINA GEL A DBP'Ê

Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) beriya 7’emîn Kongreya Asayî ku wê di 12’ê Çileyê de li Enqereyê lidar bixe, li Amedê civîna gel a girseyî lidar dixe. Civîn, li eywaneke dawetan a li bajêr tê lidarxistin. Hevserokên Giştî yên DBP’ê Keskîn Bayindir û Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Hevseroka Giştî ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Mûrat Çepnî, Hevserokê Giştî yê Partiya Jinûvedarizandina Sosyalîst (SYKP) Mertcan Tîtîz, hevşaredarên DEM Partiyî û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên bajar tev li bûn.  Di civînê de coşeke mezin hebû û kesên dê di serdema nû de Hevserokatiya Giştî ya DBP’ê bikin hatin ragihandin.

Di encama civîn û xebatan de biryara hate dayin ku Hevserokên Giştî yên DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir di serdema nû de jî peywira xwe bidomînin. Piştî ev agahî hatî ragihandin, Hevserokên Giştî Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir derketin ser dikê û gel slav kirin.

Piştre jî welatiyan hevserokên giştî pîroz kirin.