DBP: Ti sazî û kesên bi rûmet wê bîat nekin!

DBP’ê êrîşên faşîstî yên van rojên dawî diqewimin şermezar kir, diyar kir ku yekser hikûmet berpirsên van in û got; “Ti sazî û kesên bi rûmet wê bîat nekin û teslîm nebin.”

Navenda Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) têkîldarî êrîşên faşîzan ên ku bi ser partiya wan û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) tê, îro daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de li ser operasyonên qirkirina siyasî yên di van rojên dawî de zêde bûne rawestiya û ragihand ku nêzî hezar kesî hatine binçavkirin.

DBP’ê destnîşan kir ku “Hikûmet li dijî nêzîkatî û bangên me wek lingê destpêkê yê seferbertiya mîllî operasyon pêk anî û nêzî hezar mirovên me binçav kirin” û ev îfade kirin;

 ‘ENCAMA ÎLANKIRINA SEFERBERTIYA MÎLLÎ YE!’

“Hemleya duyem a seferbertiya mîllî jî êrîşên li dijî avahiyên HDP’ê ne ku 4 roj in didomin. Saziyên me yên partiyê tên gulekirin, dagirkirin, şewitandin û belavkirin. Di ser vê de jî ne yên dişewitînin, talan dikin, guleyan dibarînin, yên êrîş li ser wan tên kirin tên binçavkirin, girtin û bi şêweyekî li dijî wan hewldanan bêbandorkirinê çêdibe. Li ser medyayê her cure derew, berevajîkirin wek bingehê operasyona avakirina nêrînê tê pêşxistin. Li dijî Kurdan û beşên demokratîk lîncek heye, ev êrîş ji derveyî îlana seferbertiya mîllî nikare bê bidestgirtin.

 ‘EM Ê BÎATÎ ZALIMAN NEKIN’

Êrîş sepanînên operasyonel ên hikûmetê û seferbertiya mîllî ne. Gotinên rayedarên hikûmetê yên ‘em napejirînin’ ne samîmî ne, ti cîdîbûn û pêbaweriya wê nîne. Milê ku wê êrîşan hê bi sîstemtir bike jî ew gotin in ku ji bo xisaran tên gotin. Em vê ji desthilatdariyê re dibêjin; bi seansên lîncê, şewitandinê û girtinan hûn nikarin Tirkiyeyê derxin dûzê. Ev sepanîn û polîtîka ji bilî tarîkirina Tirkiyeyê wê ti tiştekî bi xwe re neyne. Dixwazî vekirî, dixwazî nixumandî, dixwazî profesyonel, dixwazî jî bi destên amator bên meşandin, wê encam her yek be. Em dibêjin ku wê ti faydeyên ruhê yekîtiya mîlî, seferbertiyek mîllî ya ku bi rêka kampanyayên lîncê bi dest bikevin nîn be. Her wiha, li ser vî esasî êrîşên li dijî siyaseta demokratîk sepanînek herî zalimane ye. Ti sazî û kesên bi rûmet wê bîat nekin û teslîm nebin.”

JI HIKÛMETÊ RE: DEST JÊ BERDE!

DBP’ê di dawiya daxuyaniyê de ev peyam dan: “Em careke din êrîşên li dijî HDP’ê, hêzên demokratîk şermezar dikin, her kesên ku li dijî êrîşan li ber xwe dane, seknek demokratîk nîşan dane  û têkoşiyane silav dikin. Em bang li desthilatdariyê dikin ku dest ji vê polîtîkaya nabos berde.”