Endamên Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê yên Wanê piştî gêrîlayên HPG'ê li navçeya Şaxê ya Wanê Zumeyra Can û hevjînê wê Îsmaîl Can yên ku cerdevanî dikirin hatin girtin dest bi tevgerê kirin. Endamên Dayîkên Aştiyê gundên girêdayî Şaxê ziyaret kirin û xwestin ku cerdevan dest ji çekan berdin.
Endamên Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê yên Wanê, piştî li gundê Tîngê yê navçeya Şaxê ya Wan Zumeyra Can û hevsera wê Îsmaîl Can yên ku cerdevanî dikirin ên ji aliyê gêrîlayên HPG'ê ve hatin girtin dest bi tevgerê kirin. Dayîkên Aştiyê ji bo cerdevan dest ji çekan berdin çûn Şaxê. Dayîkan Aştiyê berê malên cerdevanên yên gundan ziyaret kirin û xwestin ku cerdevan dest ji çekan berdin. Dayîkan berê gundê Tîng yê Zumeyra Can û hevjînê wê Îsmaîl Can ê ku ji aliyê gêrîlayan ve hatin girtin ziyaret kirin.
Dayîkan diyar kir ku, bi salane dewlet çekan dide gelê Kurd bira bi bira dide kuştin. Dayîkan, anî ziman ku ew dê ji bo aştiyê seferber bibin û bi birayê cerdevan Îsmaîl Can Butî Can yê ku berê cerdevanî kir re hevdîtin pêk anîn û wiha gotin: "Hinî hûn dest ji çekan bernedin ev xwîn dê biherike. Ji ber ku hûn çekên dewletê digirin PKK'iyan xizmên we girtin. Dema ku hun dest ji çekên xwe berdin em bawer dikin ku dê xizmên wa serbest bên berdan. Ji bo ku ev şer rawestê divê di destpêkê de hun dest ji çekan berdin." Can jî diyar kir ku daxwazên dayîkan di cih de ne û wiha got:
"Dema her tişt heye. Her tişt ji nişkave çênabe. Ez û birayê xwe dê dest ji çêkan berdin. Lê tenê bi me xelas nabe. Divê birayeke hevpar hebe."
Dayîk piştî hevdîtinê çûn gundên Şarhmunîs, Ferhînîs, Toranis, Înînîs ziyaret kirin û ji cerdevanan xwestin ku dest ji çekan berdin. Ziyaretên dayîkan berdewam dikin.