Înîsiyatifa Dayîkên Aştiyê ya Amedê, ji ber ku 305 rojin agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin fikarên xwe anîn ziman û diyar kirin ku Ocalan dijî an na jî nayê zanîn.
Înîsiyatifa Dayîkên Aştiyê ya Amedê ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û komkujiya li Roboskiyê şermezar bikin, daxuyanî dan çapemeniyê. Dayîkan li komeleya xwe daxuyanî da û helwesta Wezîrê Navxweyî şermezar kirin. Li ser navê dayîkan Hawa Kiran, bertekên xwe yên astengiyê anîn ziman û wiha got: "10 mehin parêzer nikarin biçim Îmraliyê û em tu agahiyê jê nagirin. Birêz Ocalan dijî an na jî em agahiyê jê nagirin. Ger ku bi Ocalan re hevdîtin neyê kirin, dê şerekî mezin destpê bike. Em naxwazin xwîna tu kesî birije. Em dixwazin êş çênebin û aştî pêş bikeve. Ji bo ku rêya aştiyê Birêz Ocalan e divê diyalog destpê bikin."
Kiran, bagn li Serokwezîr Erdogan û Wezîrê Karên Hundir Îdrîs Naîm Şahîn jî kir û xwest êdî îstîfa bikin û naxwazin ku wan li ser hikûmetê bibînin."