Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê ya Wanê bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê da. Dayîkên Aştiyê bal kişandin ser geşedanên li navçeya Şemzînan pêk tên û dan zanîn ku, ew li cem gelê Kurd yê li Sûriyeyê ne.
Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê ya Wanê ji bo balê bikîşînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê û geşedanên li navçeya Şemzînan ya Colemêrgê di qewimin li ber konê li taxa Şehîd Fehîm Arvasî daxuyanî dan çapemeniyê. Endama Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê Leyla Duman diyar kir ku, li Şemzînan ji ber operasyonên leşkerî yên bi rojanin berdewam dikin gelê herêmê zirarek mezin dîtin û xwest operasyon bên rawestandin û wiha got: "Heke Serokwezîr Erdogan misilman be dê di vê meha pîroz ya Remezanê de operasyonan rawestîne. Dê ji pirsgirêka Kurd re çareseriyê peyda bike."
'EM LI CEM BIRÊZ APO NE'
Duman axaftina xwe wiha berdewam kir: "Êdî zarokên me nekujin. Gelîla, polîs, leşker û girtî hemû zarokên me ne. Erdogan dixwaze me li nav hevbixe û têk bibe. Birêz Abdullah Ocalan di ciheke ji hucreyê xirabtir de dijî. Divê tecrîda li Ocalan bi dawî bibe. Heta dawiyê em dê li cem Birêz Apo bin. Heta gelê Kurd nebe yek azada nabe." Duman da zanîn ku, ew li cem gelê Kurdê Sûriyeyê ne.