Dayîkên Aştiyê banga protestokirina Erdogan kirin

Dayîkên Aştiyê banga protestokirina Erdogan kirin

Dayîkên Aştiyê bangli gelê Amedê kir ku hatina Serokwezîrê Tirk Tayîp Erdogan ku 2’ê hezîranê de tê Amedê protesto bikin û gotin tenê hêviya wan ew e. Dayîkan da zanîn ku roja Erdogan bê zarokên xwe neşînin dibistanê, neçin ser kar û dernekevin kolanê.

Însiyatîfa Dayîkên Aştiyê der barê hatina Erdogan a Amedê de li avahiya daxuyaniyek dan. Endama Îniyatîfa dayikan Sultan Koyun destnîşan kirin ku ew naxwazn Erdogan bê Amedê û wiha pê de çû: “Gelo dê Erdogan bê vir û çi bike? Dîsa dê çi ji vî gelî re bêje? Gelo dê bêje kurdan qetil bike? Gelo dê dîsa bêje jin be zarok be bikujin.” Koyun da zanîn ku Erdogan ne kesayeke ku bila bêje bila dayik negirtin, bila xwÎn nerêje û operasyon raweste. Koyun got ku ew naxwazin Erdogan bê Amedê.

BANG LI GELÊ AMEDÊ KIR

Koyun da zanîn ku ew bi hezaran carî lanet dikin û Erdogan kujere û wiha bang li Amedê kir: “Tenê ricayeke me ji gelê Amedê heye. Roja ku Erdogan bê zarokên xwe neşînin dibistanan, neçin ser kar û dernekevin kolanan. Em hemû bibin yek û Erdogan protesto bikin.”