10 aktîvîstên Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyên ku piştî gêrîlayên HPG'ê li navçeya Şaxê ya Wanê Zumeyra Can û hevjînê wê Îsmaîl Can yên cerdevanî dikirin girtin dest bi tevgerê kirin 5 demjimêran di binçavan de hatin girtin. Dayîkên serbest hatin berdan xebatên xwe li cihê lê mayîn berdewam dikin.
Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyên ku piştî gêrîlayên HPG'ê li gunê Tîng yê navçeya Şaxê ya Wanê Zumeyra Can û hevjînê wê Îsmaîl Can yên ku cerdevanî dikirin girtin, ji bo cerdevan dest ji çekan berdin dest bi tevgerê kirin hatin binçavkirin. 10 aktîvîstên Dayîkên Aştiyê 5 demjimêran li Qereqola Gundê Tîngê di binçavan de man û pişt re jî serbest hatin berdan.
Aktîvîsta Dayîkên Aştiyê Şîrîn Abî, diyar kir ku qereqolê ji wan re got "Derheqê wan de îxbar heye" û ji ber wê hatin binçavkirin. Abî, anî ziman ku wan di îfadeyên xwe de ji bo cerdevan çekan berdin çûn Şaxê dan û wiha got: "Qereqolê di rê de em girtin. Li wir em 5 demjimêran hatin girtin û pişt re em berdan. Em dê xebatên xwe berdewam bikin. Heta em encamekê digirin em dê xebatên xwe berdewam bikin."
Dayîkên hatin binçavkirin û pişt re serbest hatin berdan xebatên xwe berdewam dikin.