Dayikan kart ji girtiyan re şandin

Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Sêrtê bi wesîleya Cejna Remezanê ji girtiyên siyasî û girtiyên nexweş re kartên cejnê şandin.

Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Sêrtê bi wesîleya Cejna Remezanê ji girtiyên siyasî û girtiyên nexweş re kartên cejnê şandin.

Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Sêrtê bi wesîleya Cejna Remezanê ji girtiyên siyasî re kartên cejnê şandin. Dayikên li ber avahiya DBP'ê ya Sêrtê hatin cem hev daxuyanî dan. Li ser navê dayikan Maşallah Işikraslan diyar kir ku wê ji hemû girtiyên siyasî re kartan bişînin û wiha got: "Em bi taybet ji girtiyên nexweş û hemû girtiyan re silavan dişînin. Hêviya me ev e ku demildest serbest bên berdan. Her çiqas di aliyê fizîkî de em li cem wan nebin jî bi ruh em li cem wan in û ew canên me ne. Heta em sax bin em ê ji wan re minetdar bin."

Piştî daxuyaniyê dayik heya ber PTT'ê meşiyan û ji girtiyan re kart şandin.