Malbata gerîlaya YJA Starê Dîlber Aksoy (Rozerîn) a ku 7’ê Tabaxê li gundikê Dirişik ê girêdayî gundê Bîlgîlî yê navçeya Dihê ya Sêrtê di şer de jiyana xwe ji dest da li Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê cenazeyê keça xwe teşxîs kirin.
Tevî ku malbatê cenaze teşxîs jî kir, dayika Nezahat Aksoy ku mînaka DNA’yê jê girtin, du saetan li nexweşxnayê hate girtin, dûvre bi apê gerîlaya YJA Starê Aksoy re şandin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr. Malbata ji vir sewqî edliyeyê hate kirin, ji bo karûbarên dozgeriyê tên rawestandin.
Eger cenaze bê wergirtin wê li Goristana Navçeya Dihê bê definkirin. Cenazeyê 3 gerîlayên HPG’ê jî ku di heman şerî de jiyana xwe ji dest dabûn, li morga nexweşxaneyê tên rawestandin.