Aktîvîsta Dayîka Aştiyê Rûkiye Aslan dema ku xwest ji Wanê biçe Îzmîrê li balefirgehê hate binçavkirin.
Li gorî agahiyên hatine girtin; di demjimêrên serê sibehê de aktîvîsta înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê Rûkiye Aslan dema ku diçû Balefirgeha Ferît Melen ya Wanê, di dema karûbaran de ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin. Aslana ku bi hinceta dozekî di derbarê wê de hatibû vekirin îfade nedaye hatiye binçavkirin, hat dîtin ku birin Miduriyeta Polîsan ya Wanê.