Berdevka Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê Hava Kiran ku li Amedê hatibû binçavkirin, serbest hate berdan.
Berdevka Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê Hava Kiran dema ji bo hevdîtinê diçû Girtîgeha Amedê ya Tîpa D hatibû binçavkirin. Kiran, piştî ku li dozgeriyê îfade da, bi daxwaza were girtin sewqî dadgehê hate kirin. Dadgeh îfadeya Kiran bi îdîaya ku "propagandaya rêxistinê kiriye" girt û ew serbest berda.
Kiran piştî ku hate berdan diyar kir ku, li 7'emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê jê re hatiye gotin ku "Em te li her derê dibînin" û da zanîn ku wê jî ji serokê heyeta dadgehê gotiye "Ez ji bo aştiyê li her derê me. Ji bo xwîn raweste ez li her derê me. ne ji bo şer çêbibe."