Piştî ku daxwaza serbesetberdana Parlementerê BDP'ê ya Şirnexê Faysal Sariyildiz ji aliyê dadgehê ve hatibû redkirin, parêzerên Sariyildiz îtîrazî dadgeha jorîn kiribûn, lê dadgeha jorîn jî daxwazaserbest berdanê red kir.
Parêzerên Parlementerê BDP'ê ya Şirnexê Faysal Sariyildiz ê ku di çarçoveya doza "KCK" girtiye, piştî 3'yemîn Paketa Darazê hate erêkirin û di Rojnameya Fermî de hate weşandin ji bo serbestberdanê serî li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê dabûn.
Dîwana Dadgehê jî daxwaza parêzeran ji ber ku Sariyildiz di sûcên "terorê" de tê darizandin red kiribû. Parêzeran ji ber vê yekê li dadgeha jorîn îtîraz kirin, lê dadgeha jorîn jî bi heman hincetê daxwaza serbestberdanê red kir.