Daxwaza serbestberdana Parlementer Ayhan hat redkirin

Daxwaza serbestberdana Parlementer Ayhan hat redkirin

Daxwaza parêzerên Parlementerê BDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan ê ku di çarçoveya doza "KCK'ê ya Rihayê" de hatiye girtin ya tahliyeyê hate redkirin.

Piştî hefteya borî 3'yemîn Paketa Darazê ket meriyetê, parêzerên Parlementerê BDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan ê ku di çarçoveya doz "KCK'ê ya Rihayê" de girtiye serî li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê dan û xwestin ku muwekîlê wan Ayhan tehliye bibe. Lê dadgehê serlêdana parêzeran red kir.

Berê 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê jî daxwaza parêzerên Parlementerê BDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz jî redkiribûn. Li bendêne ku parêzerên Ayhan hefteya bê serî li dadgeha jor bidin.