Şaredar û rêvebirên BDP'ê piştî îfadedayîna li dozgeriyê qediya bi angaşta 'Endamên rêxistinê ne' û bi daxwaza bên girtin sewqî dadgehê hatin kirin. Hate zanîn ku di îfadedayînê de ji şaredar û rêvebirên BDP'ê derbarî daxuyaniyên çapemeniyê, mitîng û cenazeyên ku beşdar bûne hatiye pirsîn.
Di 7'ê Pûşperê de li Wan û navçeyên wê de operasyonek hatibû lidarxistin û di encamê de di nav de Şaredarê Wanê Bekîr Kaya jî hebû 14 kes hatibû binçavkirin. Duh 6 kes sewqî edliyeyê hatibûn kirin û Şaredara Elbakê Hecer Sarûhan ji dozgeriyê serbest hatibû berdan, 5 kes jî derketibûn pêşberî dadger. Dadger bi angaşta 'Endamên rêxistinê ne' biryara girtina Şaredarê Wanê Bekîr Kaya, Hevserokê berê ya BDP'a Wanê û parêzerê Buroya Hiqûqa Asrin Prz. Cuneyt Canîş û Şaredarê berê ya Elbakê yê ku ji aliyê Wezareta Karê Hundir ji kar hatibû girtin Îhsan Guler dabû.
Serokê BDP'a Navçeya Bêgirê Mehmet Şîrîn Yildiz, Şanedarê Qelqeliyê Mûrat Dûrmaz, Serokê berê ya BDP'a Navçeya Elbakê û endamê KCD'ê Dervîş Polat, Şaredarê Artemêtan Abdûlkerîm Sayan, Serokê BDP'a Navçeya Çildêranê Metîn Adûgît, Serokê berê ya BDP'a Navçeya Erdîşê Velî Avci û Serokê BDP'a Navçeya Qelqeliyê Yakûp Almaç îro sewqî edliyeyê kirin. 7 kesên ku îfade dan dozgeriyê, bi angaşta 'Endamên rêxistinê ne' û bi daxwaza bên girtin sewqî Dadgeriya Nobedar a Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hatin kirin. Hate zanîn ku di îfadedayînê de ji şaredar û rêvebirên BDP'ê derbarî daxuyaniyên çapemeniyê, mitîng û cenazeyên ku di sala 2010'an beşdar bûne hatiye pirsîn.