Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak û Midura Karên Kanalîzasyon û Avê Yekta Bîlek ê ku ji bo îfade bidin çûbûn dozgeriyê bi daxwaza bên girtin sewqî dadgehê hate kirin.
Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak û Midura Kanalîzasyon û Avê Yekta Bîlek vê sibê di çarçoveya lêpirsînekî ji bo îfade bidin çûn Dozgeriya Komarê ya Sêrtê. Sadak û Bîlekê ku di çarçoveya serdegirtina şaredariyê ya di 17'ê Çileyê de pêk hat de îfade dan dozgeriyê. Dozger piştî îfadeyan bi daxwaza Sadak û Bîlek bên girtin sewqî dadgehê kir. Hate zanîn ku li ser Sadak û Bîlekê ku dê di Dadgeha Cezaya Sûlh a Sêrtê îfade bidin, şahidekî nepen îfade daye.
Hate zanîn ku di çarçovaya lêpirsînê de di rojên borî endamên meclîsa şaredariyê jî îfade dane.