Daxuyaniya KONGRA GEL a li ser Cejna Vejînê 15'ê Tebaxê

KONGRA GEL: Ji bo em karibin xwe bigihînin Rêber Apo, ji bo yekser hevdîtin pê re were kirin û azad bibe, divê em di sala 33'an a Pêngava 15'ê Tebaxê de bi hemû hêza xwe seferber bibin.

Hevserokatiya KONGRA GEL, bi wesîleya 32. salvegera Cejna Vejînê 15'ê Tebaxê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Ji bo em karibin xwe bigihînin Rêber Apo, ji bo yekser hevdîtin pê re were kirin û azad bibe, divê em di sala 33'an a Pêngava 15'ê Tebaxê de bi hemû hêza xwe seferber bibin."

Di daxuyaniya Hevserokatiya KONGRA GEL de hat gotin, "Em salvegera 32. a Cejna Vejînê 15'ê Tebaxê, li afirînerê vê dîroka zor û zehmet li Rêber Apo, hemû hevrêyên li her qadên jiyanê li ber xwe didin, gelê xwe û dostên xwe pîroz dikin.

Di şexsê fermandarê mezin ê Pêngava 15'ê Tebaxê hevrê Egîd de, hemû şehîdên xwe yên şoreşê bi minetdarî û rêzdarî bibîr tînin û soza xwe ya dilsoziya bi wan re careke din dubare dikin. Bi vê wesîleyê em xaziyên têkoşîna xwe û malbatên şehîdan bi hezkirin û rêzdarî silav dikin.

Hevserokatiya KONGRA GEL, hemû milîtanên Hêzên Parastina Gel, ku hêza fedayî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd e, bi vê wesîleyê slav kir û di têkoşîna wan a pîroz a ji bo afirandina siberojeke azad ji hemû gelên herêmê re, serketin xwest.

Hevserokatiya KONGRA GEL da xuyakirin, ku ruh û vîna Pêngava 15'ê Tebaxê, li Rojhilata Navîn a şerê sêyemîn ê cîhanê lê diqewime, gihaştiye asta yekane garantiya siberoja azad a gelên bi gelê Kurd re dijîn û ji bo çareseriya pirsgirêkên li herêmê diqewimin, roleke sereke dilîze.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Şoreşa Rojava ya bi paradîgmaya Rêber Apo dimeşe, bi Federasyona Bakurê Sûriyeyê û bi qonaxa xwe ya heyî re, ku bi hêzên QSD'ê xwe gihandiye, her wiha bi serketina Minbicê re nîşanî dost û dijmin daye, êdî hêza bingehîn a Şoreşa Sûriyeya Demokratîk e. Ev rastiya xwe bi her kesî daye qebûlkirin. Têkoşîna paqijkirina herêmê ji barbarên DAIŞ'ê û afirandina siberoja demokratîk azad a gelan, bi serketina Minbicê re gihaştiye asteke nû.

Ji ber gav û pêşketinên Pêngava 15'ê Tebaxê yên di nava 32 salan de avêt û afirand, faşîzma Erdogan û dewleta Tirk hem li hundir hem jî li derve di nava şer û krîzeke mezin de ne. Di rewşa heyî de, hêza pêşî li vê faşîzma Erdogan bigire, eniya antîfaşîst a yekbûyî ya hevpar a gelên me ye. Yekane garantiya vê eniyê jî, mîna li Rojava û Sûriyeyê, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî vîn û ruhê şoreşgerî yê Pêngava 15'ê Tebaxê ye."

Hevserokatiya KONGRA GEL diyar kir, rewş û pêşketinên Pêngava 15'ê Tebaxê rê li ber vekiriye, li Bakurê Kurdistanê li ser gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê şoreşê ferz dike. Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Dewlet dixwaze heyfa têkçûna xwe, ji Rêber Apo hilîne. Der barê jiyan û tenduristiya Rêbertî de ti agahiya me nîne. Ji berfirehkirina êrîşên li hemberî gelê me tê fêhmkirin, ku gef û xeteriyên li ser Rêber Apo jî wê zêde bibin.

Lewma, ji bo em karibin xwe bigihînin Rêber Apo, ji bo yekser hevdîtin pê re were kirin û azad bibe, divê em di sala 33'an a Pêngava 15'ê Tebaxê de bi hemû hêza xwe seferber bibin. Weke gel û tevgera azadiyê, ev yek armanca me ya yekane ye.

Li ser vê bingehê, em careke din Cejna Vejînê li gelê xwe û hemû hevrêyên xwe pîroz dikin, ji heft heta heftê salî bang li tevahiya gelê xwe dikin ku bi ruhê 15'ê Tebaxê, bi şiyara 'Em xweseriya demokratîk ava bikin, azadiya Serok Apo û gelê Kurdistanê misoger bikin' têkoşîna xwe xurt bikin û heta encamê jê bigirin, bênavber bidomînin."