Daristan şewitî leşkeran temaşe kir

Daristan şewitî leşkeran temaşe kir

Li Dêrsimê li beramberî qereqola leşkeran di encama şewatê de qada daristanê ya ji sed hektaran pêk tê şewitî û rayedarên leşkeran şewat temaşe kir. Şewat ji aliyê gundî û welatiyên ji navenda bajar hatin ve hate vemirandin.

Li navçeya Pilurê ya Dêrsîm li beramberî Qereqola Karşilar ya li ser riya navçeyê şewata daristanê pêk hat û qada daristanê li ber çavê leşkeran şewitî. Sedema derketina şewatê nehate zanîn, li gel ku qereqolê şewat dît dîsa jî mudaxele li şewatê nekir. Piştî şewat mezin bû û ber bi gundên derdorê ve çû gundiyan bi derfetên xwe hewildan ku şewatê vemirînin. Lê piştî şewat bi lez belav bû gundiyan ji Şaredariya Dêrsîmê daxwaz alîkariyê kir. Ji ber ku li qada şewat lê derket ji bilî helîkopteran tu wesayîtên din nikarin bigihijênê Şaredariya Dêrsîmê li navenda bajar bi wesayîtan anons kir ku ji bo vemirandina şewatê welatî bi hestiyar bibin.

Gelek kesên li ber şaredariyê kombûn bi wesayîtan birin herêma şewatê. Di nav kesên ji bo şewatê vemirînîn çûn ciwanên ji Şirnex û Amedê ji bo tevlî 12'emîn Mîhrîcana Xweza û Çandê ya Dêrsîmê bibin jî hebûn.

WELATIYAN AGIR VEMIRAND

Kesên ji Dêrsîmê hatin bi riyên kin di demeke kin de xwestin bigihijin qada şewatê lê gundiyan ji wan re gotin "Heke hun ji qereqolê destûrê nexwazin dê we gule baran bikin" û li ser vê yekê welatî berê çûn Qereqola Karşilarê. Piştî welatiyan destûr jî qereqolê girtin gelek kes çûn herêma şewatê û dest bi vemirandina şewatê kirin. Bi sedan kesên bi bêr, tirmik û destan ax û kevir avêtin ser şewatên piştî 6 demjimêran şewat hate kontrolkirin. Piştî şewata bi tememî hate vemirandin, pelên agir ên dawiyê jî bi temamî hatin vemirinadin.

Hate zanîn ku, qada şewatê lê destpê kir tu kes lê nîne jî, qada herî bi dare û ji ber li hemberî qereqolê ye şivan jî pezî lê naçerînin. Li gel vê yekê dîsa jî sedema derketina şewatê nehate zanîn.