DAIŞ'ê êrîşî Mexmûrê kir: Keçekê jiyana xwe ji dest da

Di êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî Mexmûrê de keçekê jiyana xwe ji dest da. Di nava 10 rojan de cara sêyemîn e ku çete êrîşî herêmê dikin.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, danê vê sibehê saet di 09:50 de çeteyên DAIŞ'ê bi roketên katûşa êrîşî bajarokê Mexmûr a jêrîn kirin. Di êrîşê de 3 kes birîndar bûn. Yek ji roketên katûşa yên çeteyan li mala welatiyê bi navê Îbrahîm Zeelan ket. Di êrîşê de jinek û du keçên wê birîndar bûn. Yek ji keçên ciwan ên birîndar bûn, tevî hemû hewldanan jî nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.

Berpirsyarê YNK'ê yê Mexmûrê Reşad Gelalî da xuyakirin ku yek ji katûşayên çeteyên DAIŞ'ê li malekê ketiye, 3 kes birîndar bûye û anî ziman rewş di bin kontrolê de ye.

DI NAVA 10 ROJAN DE 3 CARAN ÊRÎŞ KIRIN

Hêzên pêşmergeyan û balafirên şer ên welatên koalîsyonê jî li mewziyên çeteyan ên li derdora Mexmûrê xistin.

Çeteyên DAIŞ'ê ku di nava 10 rojan de cara sêyemîn e êrîşî Mexmûr û derdora wê dikin, duh jî 5 katûşa avêtibûn bajarok û wargeha Mexmûrê. Yek ji katûşan li nêzî wargehê ketibû.

Çeteyên DAIŞ'ê di 6'ê Tebaxa 2014'an de êrîşî bajarok û wargeha Mexmûrê kiribûn û 3 rojan wargeh û bajarokê Mexmûrê dagir kiribûn. Piştre bi hatine gerîlayên HPG û YJA STAR'ê re wargeha Mexmûrê ji çeteyên DAIŞ'ê hatibû paqijkirin.