Heyeta 13'emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Stenbolê bêyî ku bersûc Mehmet Zait Şahin, Ekrem Baydogan û Ramazan Çeber parastinê bikin cezayê bi sedan salan birî.
Di 10'ê Îlona 2010'an de, di operasyonên li navçeyên Kuçukçekmece û Bagcilarê yên Stenbolê de 7 kes patin binçavkirin û ji 7 kesan welatiyên bi navê Mehmet Zait Şahin, Ekrem Baydogan û Ramazan Çeber bi îdîaya "Yekîtiya dewletê xera kiriye û madeya teqînê bi xwe re gerandiye" û "Li dijî avahiya AKP'ê ya êriya bombeyî pêk anîye" biryara girtinê da û ew şandin girtîgehê.
PARASTINA KURDÎ NEHAT QEBÛLKIRIN
Rûniştina doza Ramazan Çeber, Mehmet Zahît Şahin, Sabir Alabalik û Ekrem Baydogan li 13'emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Stenbole hate dîtin. Di rûniştinê de parêzer û bersûc amade bûn. Ramazan Çeber di rûniştinê de 42 rûpel parastina kurdî amade kir. Lê rayedarên girtîgehê parastina girtiyan ya bi kurdî neda parêzer. Prz. Huseyin Bogatekin, diyar kir ku, heyeta dadgehê daxwaznameyên wan kurdî jî qebûl nekir û bêyî parastina wan webûl bike ceza li muwekilê wan biriye. Heyeta dadgehê di rûniştinê de gotina "Çeber, Şahin, Baydogan û Alabalik bi kurdî bersîv daye parastinê û ger ku bi tirkî bersîv bidaya dê îfadeya wan derbasî girtekan bibûbaya. Lê hate dîtin ku dîsa bi kurdî bersîev dane." derbasî girtekê kir.
BI SEDAN SALAN CEZA BIRÎ
Heyleta dadgehê bi îdîaya di bûyera 27'ê Tebaxa 2006'an de li dijî avahiya qeymeqamiyê êrîşa bi bombeyî pêk anîne û 6 kes birîndar bûne der barê Mehmet Zahît Şahin, Ramazan Çeber û Ekrem Baydogan de cuda cuda bi îdîaya "Yekîtiya dewletê xera kiriye" cezayê muebetê da. dîsa bi îdîaya "Maddeya teqîniyê neqil kirine" ji bo her kesekî 6 sal û 600 roj cezayê pereyan li wan birî. Dîsa bi îdîaya "Madeyê teqemeniyê bi fermana rêxistinê pêk anîne jî ji bo her kesekî 10 sal cezayê girtîgehê û 833 roj cezayê pereyan birî. Ji bo êrîşa li dijî avahiya AKP'ê ya li Esenyurtê ya di 5'ê nîsana 20067an de jî bi îdîaya "yekîtî û tevahiya dewletê xera kir" ji bo her kesekî 14 sal û bi îdîaya "Bombe avêtiye polîsan" ji bo her kesekê 4 caran cezayê muebetê û dîsa ji bo talûke belav kirine 16 sal cezayê girtîgehê birî.
Heyetê ji bo Sabir Alabalik bi îdîaya "bi dildarî alîkarî daye rêxistinê" 18 sal cezayê girtîgehê birî.